Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mergehez

profîla "mergehez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [swîsre] de;

1. welatê ku bi nebûna xwe ya endambûna yekîtiya europayê mirov şaş û mat dihêle. lê dema mirov dihere li wan deran dinêre têdigihê ku ne hewce ye bibe endam. jixwe rewşa wan ji ya hemû endaman baştir e. welatekî hema hema qasî konya'ya tirkiyê ye. lê hêza wê sed qatê tirkiyê ye. ji ber ku welatekî biçûk e, bi rehetî kontrola xwezaya xwe û hemwelatiyên xwe kiriye û bûye welatekî ku mirov heyranî xwe dihêle. di van dawiyana de lîsteyek hatiye çêkirin bi navê welatên herî baş da ku lê bê jiyîn û jidayikbûn. di vê lîsteyê de swîsre di rêza ewil de bû.

weke min got ji ber ku welatekî biçûk e kontrola xwezaya wê hêsantir e û swîsre vê avantajê bikar anîye. dema tu di nav bajarên wê de digerî tu qet cihekî ax nabînî hemû hêşînahî ye.

li swîsreyê 26 kanton hene. kantonên herî mezin ; bern, basel, zurich û luzern in.



herwiha:

(bnr: çemê ren'ê)

(bnr: reinefall)

(bnr: aareschlucht)

(bnr: rêzeçiyayên alp'ê)



13.09.2014 14:07 | mergehez