Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mergehez

profîla "mergehez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [av mevsimi] de;

6. ji xêndî tiştên ku li jor hatiye qal kirin, ez qala tiştekî din bikim. di gelek fîlman de , êdî bûye klîşe, mêrekî pîr û mêrekî ciwan heye. ew mêrê pîr zana ye û yê ciwan jî peya ye ango hê zêde tiştekî nizane û li gor kêfa xwe tevdigere. ev ciwan her tim tiştekî nebaş dike (dikare neke jî) û ji yê pîr tiştan dielîme û bejin lê dirêj dibe. dema min li vê fîlmê temaşe kir tişta ewil a ku hat bîra min bişîna wê ya li fîlma sevenê bû. lewra di wê fîlmê de jî vê rewşa ku min qalê kir hebû û dîsa di wê fîlmê de jî ev her du kes polês bûn û dîsa di wê fîlmê de jî polês li dû 'rêzekujerekî' bû..

ez dixwazim vê yekê jî bibêjim bi îzna we* heta niha min vê rewşê(rewşa pîr-ciwan) di gelek fîlman de dîtiye lê ji nav wan fîlman de fîlma herî kevn fîlma akira kurosawa ya bi navê nora inu* ye..



2015.01.14-00:42 | mergehez