Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mergehez

profîla "mergehez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sirûma mobîlê] de;

8. di bîra min de ye hê jî.. ji ber ku bi sepanê meriv dikare taybetmendiya li gorî dilê xwe lê zêde bike sepan ji gerokê xweştir e.

-----------------------------------------------------

zêdehiyên ku dê bi sepanê bên:

1. agahdarî: (li gorî min tenê ji bo vê taybetmendiyê be jî sepan hewce ye)

- dema peyam li mijarên ku nivîskar şopandine, bên nivîsandin,

- dema kesên ku nivîskar dişopîne, peyamekê binivîsin,

- dema kesek ji nivîskar re peyamekê binivîse,

- dema ku li ser dîwarê nivîskar tiştek bê nivîsandin, dê agahdarî were.



2. wexta ku meriv ji gerokê dikeve tirşikê û di tirşikê de digere gerok her carê rûpelê ji serî heta dawî derdixe pêş mere, lê belê di sepanê de tenê dê ji bo cihên diyar nivîs bên kişandin. yanî dê ji gerokê bezatir be.



3. (ev taybetmendî hê ne misoger e) dema înterneta meriv qut bibe. meriv dîsa dikare têkeve tirşikê li peyamên ku berê hatine nîşandan binere. yanî rûpelên ku meriv lê dinere dê li telefonê tomar bibe.

-----------------------------------------------------

ji ber ku ez hê nizanim bê çawa meriv li ser phpyê dixebite,

ji ber ku ez hê jî xwe bi pêş dixim,

ji ber ku zêde diçim mektebê û mekteb dereng diqede û ji ber wê ez dibetilim zêde nikarim wextê xwe bidim androîdê,

ji ber ku xwedayêrebenêjêrazî rûbar payîz qet alîkarî nake, çêkirina sepanê de dereng bikeve. (mixabin.. hezar mixabin)



26.04.2015 14:44 | mergehez