Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mergehez

profîla "mergehez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hakî karer] de;

1. Haki Karer (bixwîne wekî: Hakî Karer) (1950-1977) têkoşêrekî PKKê bû. Bi eslê xwe ne Kurd bû. Di 18'ê gulanê 1977an de hat kuştin. Kuştina wî bû sedema damezrandina PKKê.



Hakî Karer, di sala 1950an de li Ulubeya Orduyê hate dinê. Dibistana sereta, navîn û lîseyê li Orduyê xwend. Li fakûlteya zanînên pozîtîv a Zanîngeha Enqereyê dest bi zanîngehê kir.



Haki Karer, ji tevgera şoreşgerî ya piştî 1970an, bi tesîr bû û di demeke kin de dest bi nêrînên şoreşgerî kir. Di heman demê de Kemal Pir û Abdullah Öcalan jî nas kir. Di sala 1973an de li ADYÖDê di asta organizatorî de berpirsyarî girt ser xwe. Di sala 1976an de biryara vegera welêt a li taxa Enqereyê Dikmenê hate wergirtin, pêşî Batman û paşê jî çû Dîlokê Li Dîlokê pratîkeke serkeftî nîşan da.



Gorî gotinan rêxistina bi navê "Stêrka Sor" bi fermana MİTê bo kujtina wî peywirdarî werdigire. Li Dîlokê endamekî vê rêxistinê Alaattin Kapan Haki Karer dawetî nîqaşekê kir. Civîn di 15'ê gulanê de li qehwexaneyeke Dîlokê pêkhat. Di encama vê komploya kirêt de Heqî Karer di 18'ê gulanê sala 1977an de tê kujtin. Şehadeta Heqî Karer, di dîroka Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd de û di damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê de qonaxeke dîrokî ye.



çavkanî: wikipedia



xêndî wê çend girêdanên din ên ku di derbarê hakî karer de ne:



Hakî Karer sembola biratiya di navbera gelên Kurd û Tirk de ye: Here lînkê

Hakî Karer çi dixwest?: Here lînkê

Apocûyê ji Deryareş: Hakî Karer: Here lînkê

Heval Haqî Karer: Here lînkê



hinek vîdeo:







(dîroka ji agir)



15.06.2015 21:40 | mergehez