Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mergehez

profîla "mergehez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [taktîk ji bo evîndaran] de;

20. Taktîkên ku li gorî rewşê diguherin.

1. em bêjin kesê/a li hember ji we hezbike tenê divê hûn hezkirina xwe li wê/î bidin xuyakirin.

2. Em bêjin yê/ya hember nuh li we hesiyaye. Ji bo vê yekê heta niha tu mirovî taktîkên serkeftî nedîtiye. Li kêfa xwe binerin. Surprîz murprîzan bikin. Lê bizanibin ku îxtimal kêm e.

3. Em bêjin yê/ya li hember hezkiriya/ê we yê/ya berê ye. We ew red kiriye demekê lê paşê hûn teklîfa jinûvedestpêkirinê dibin jê re û ew êdî ji we heznake. Dev jê berdin. Hezkirin tiştekî derbasdar e. Tiştekî pîroz e jî lê ev pîrozbûn ji zirarê wêdetir tiştekî nagihîne we. Ji xwe re çend karan bibînin. Li fîlman temaşe bikin, sepanan çêbikin, alîkariya çêkirina sepanan bikin filan. Di vê navberê de jî gotinên ya ku we jê hezkir bînin bîra xwe û bêtir nefret jê bikin. Ku hûn wiha nekin çû ji we. Hûnê her mehê carekê herin li ber lingên wê û bèn reddkirin. Tenê biçûkbûna we û libanêketina egoya wê dê bikeve destê we. Mekin. Li xwe bifikirin..



13.04.2016 02:44 | mergehez


2. yek ji wan: Bila nebin evîndar! Evîndarî pîs e..

yek din: Bila weke sazanan rasterast nebêjin ev keçik/lawik tam li gorî min e. Bila ewil li xwestekên xwe yên ji têkiliyekê hayil bin paşê xwe li têkiliyekê rakişînin hekena çû çû nema tê(wextekî wan ê dirêj).

yek din: dirust bin. însan bin. bi derewan kesî nexapînin. heke we xapand hûn ne însanin. Heke hûn ne însan bin hûn ê jiyana hezkiriya/ê xwe jî mehf bikin. Heke ku we mehf kir xwedayê reben we nehêle..



14.09.2015 02:02 | mergehez