Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mergehez

profîla "mergehez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [vîdeoyên perwerdehiyê yên bi kurdî] de;

1. Gelek kêm in hetta ji çend vîdeoyan pê ve tune ne. Wê rojê ez hinekî fikirîm, min got gelo ez li ser beşa xwe çend rêzevîdeoyan amade bikim filan. Paşê mim got heke ku ez amade bikim û kes lê nenerin dê ji min re zirar be. Lewra amadekirina vîdeoyan pir zehmet e û wextekî zêde dixwaze. Ji xeynî vê sedemê sedemeke din jî heye: dikarin şûna amadekirina van vîdeoyan hin projeyan çêkim. Heke ku çend kes derkevin û bibêjin ez dixwazim dest bi karên kombersên bikim û bila ev destpêk bi vîdeoyên kurdî be, ez ê dest bi kişandina vîdeoyan bikim paşê li gorî rewşê dewamkirim/dewamnekirina min dê diyar bibe.

Niha dikarim li ser van mijaran vîdeo bikişînim:

- çêkirina sepanên androîdê

- çêkirina bernameyên windowsê

- çêkirina bernameyên ku li ser konsolê dixebitin.



Zimanên ku dikarim li ser vîdeoyan bikişînim:

- c

- c++

- c#

- java (weke mînak androîd bi javayê tê çêkirin)



Heke ku hûn bikaribin li ser mijareke din vîdeoyan bikişînin xêra xwe li binê vê mijarê binivîsin da ku em potansiyelê bizanibin û bikaribin ji we tiştekî bixwazin..



24.09.2015 04:01 | mergehez