Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mergehez

profîla "mergehez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ssd vs hdd] de;

1. herdu jî amûrên depokirinê ne. Yani mere dikare muzîk, wêne, fîlman filan li wan bar bike. Ferqên wan pir in:

1. Ssd nêzî 100 qatê hddyê beza ye.

2. ssd nêzî 20 qatê hddyê biha ye.

3. emrê ssdyan ji yê hddyan pir kêmtir e. emrê ssdyan texmînî 5 sal e. lê li gorî marka û kapasîteya wan diguhere.

4. Ji ber di ssdyê de weke hddyê dîskeke ku hertim dizîvire tune ye, qet deng dernaxe.(eynî weke flaşdîskan e)

5. Dîsa ji ber nebûna dîskan zêde hêz naxwaze.



Mînak: komberseke ku herî kêm di 2 deqeyan de vedibe, bi ssdyê herî zêde di nîv deqeyî de vedibe.

Mînak: 240 gb ssd 350 lîre ye, lê 2 tb hdd 250 lîre ye.

mînak: bezahiya xwendin/nivîsandina pelan di ssdyê de derdora 500 mbyî ye, lê di hddya herî beza de derdora 50-60 mbyî ye



23.11.2015 23:26 | mergehez