Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mergehez

profîla "mergehez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bîranînên zaroktiya nivîskarên tirşikê li gund] de;

4. Biranînên ku dê hertim cihekî wan ê pir taybet hebe di hişê me de. (Tabî bîranînên xweş )*

Ez bawer im diziya herî meşrû diziya zebeşan e. Li gorî min ji diziya pirtûkan jî meşrûtir e. Di biçûkatiya xwe de ez û ji çend hevalên min yek, berê me hertim bi dora gund bû. Tabî li kîjan hêlê bîstan heba berê me li wir bû* carinan em dihatin zevtkirin, carinan me bi zebeşan zikê xwe diêşand, carinan ez vîjikî dibûn* carinan jî em nedihiştin mirada xwe û em sêwî sêwî vedegeriyan gund lê ne malê em vedigeriyan kuçeyên gund.

Wexta ku pisqilêtên me çêbûn: sibe heta êvarî meskena me riya gund bû. Ji ber ku riya herî sererast riya ku diçû riya îpekê bû, me rojê 100 tûr diavêtin li ser wê riyê. Êdî siwareyeke me hebû. Em dikaribûn bi rehetî biçûna diziya zebeşan*



23.04.2016 23:25 | mergehez