Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mergehez

profîla "mergehez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sîmya] de;

1. ango alşîmî ango alchemy
ne zanistî ye. têgehek e an jî karek e. di sîmyayê de du armanc hene: ji elementên din çêkirina zêr û çêkirina îksîra nemirî/ebediyetê. li gor hin çavkaniyan tenê armancek wê heye ji ber ku mebesta çêkirina zêr jî ji bo nemiriyê ye. çimkî zêr weke elementa herî saf tê zanîn û ku mirov hemû alavên xwe ji zêr çêke, wê çaxê wê tu zirarê ji alavan nebîne û bi vî awayî dê nemiriyê bi dest bixe.
sîmya cara ewil li mezopotamyayê derketiye holê. paşê yewnanîstan, paytextên dewletên îslamê û di sedsala 17. de jî li ewropayê.
li gorî sîmyageran xweza ji 4 elementan pêk tê: hewa, ax, av û agir. mottoya wê "yek hemû ye, hemû jî yek e. ev jî dibe rastî ango xweza ango cîhan ango feza ango xweda!" ye.
li gorî hin çavkaniyan newton û robert boyle jî sîmyager bûn. ji sîmyageran re digotin dîn, beredayî..
mijara anîmeya fullmetal alchemistê sîmya ye. piştî ku min ev anîme temaşe kir min go ka ez mijara wê vekim. dewama wê ji we re dihêlim..



05.06.2017 03:51 | mergehez