Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mergehez

profîla "mergehez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [anna rf] de;

1. komeke îsraîlî ye. bi gelek zimanan stranên wan hene. stranên wan gelek xweş in. min bi strana weeping eyes vê kom nas kiribû lê min qet negotibû ka ez li stranên wan ên din jî binerim.

van rojan ev kom meşhûr bûye. sedem:
çend roj berê strana "gece golgenin rahatina bak" a stranbêjekî tirk bi navê çağatay akman telîf xwar û ji youtubeê hat rakirin. li gorî agahiyên dawîn strana wî 240 milyon carî hatibû guhdarkirin.(ecêb e min strana wî cara ewil ji nuçeyan guhdar kir).
çağatay akman muzîka strana anna rf a bi navê jump rasterast diziye. piştî çend mehan hinekan gilî kiriye û ji youtubeê hatiye rakirin. niha ev kurik rezîl bûye.
Strana anna rf, jump beriya vê bûyerê ji milyonekê kêmtir hatibû guhdarkirin lê piştî nuçeyê di rojekê de bû 2 milyon û niha jî ji 4 milyonî zêdetir e.

strana wan a herî xweş jump e li gorî min. tabî music walla, weeping eyes filan jî xweş in



05.06.2017 05:10 | mergehez