Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mergehez

profîla "mergehez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kotlin] de;

1. zimanê bernamesaziyê yê nuh ê androidê ye. ji hêla googleê mehek berê weke zimanê fermî yê androidê hat îlankirin. min hîn dest bi hînbûna wê nekiriye lê, çend vîdeoyên derbarê wê, temaşe kir. eynî weke javayê ye lê syntaxa wê gelek cuda ye.
google heta niha di android studioyê de tenê java bi kar dianî loma girêdayî oracleê bû. (nîşe: xwediyê javayê oracle e.) oracle her carê ji ber javayê dawe li googleê vedikir loma google gelek ji vê rewşê aciz bû û ji şîrketa intellijê xwest ku zimanekî nuh çêke. axirê kotlin derket holê. kotlin wê piştî versiyona 3.0 a android studioyê de lê bê zêdekirin. êdî di android studioyê de him java him jî kotlin wê hebe. bikarhêner herwiha dê bikaribe kodên javayê veguherîne kodên kotlînê. û wê vê yekê tenê bi butonekê karibin bikin.



09.06.2017 06:35 | mergehez