Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mergehez

profîla "mergehez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [japonî] de;

1. zimanê japonan e.
ji ber ku gelek anime û fîlmên japonan temaşe dikim hema bêje hemû peyv û gotinên sereke elimîm.

di japonî de hinpeyv hene ku tenê divê ji hêla zayendekê bê bikaranîn. weke mînak "ez". bi çend awayî mirov dikare bêje: boku,watashi,ore. boku tenê mêr bi kar tînin.

di japonî de divê mirov li gorî rewşê gotinên cuda bi kar bîne. mesele bi gelek gotinan mirov dikare lêborîn bixwaze: sumimasen, gomen asai, gomen ne...... divê mirov li gorî kesê ku mirov lêborînê jê dixwaze gotina rast bi kar bîne. mesela hevalekî te be, gomen asai; ku patronê te yoroshiku onegaishimasu. gelek mînakên wiha hene. ku hemûyan binivîsim emrê min têrê nake*

di japonî dema mirov navê kesekî/ê dibêje divê mirov paşgirekê jî lê zêde bike. çend heb ji van paşgiran: -sama, -kun, -chan, -san, -dono
-sama: ji bo kesên ku asta wan ji ya te bilindtir.
-kun: ji bo kesên nêzî te. bi gelemperî ji bo mêran tê bikaranîn.
-chan: ji bo kesên ku samîmiyeta te pê re heye
-san: weke birêz tê bikaranîn
-dono: ji bo kesên ku têkiliya û ya wî/wê fermî ye

di japonî de nav bi tîpên dengdêr diqedin.(bi qasî ku min fahm kiriye). dema navek ji zimanên din be, tîpa "o" li pişt tîpa dengdar zêde dikin angî wê tîpê dirêj dixwînin. mînak: mazzlûmo,

hejmar(1,2....10): ichi, ni, san, yon, go, roku, nana, hachi, kyu, ju

hin peyv û gotinên sereke yên japonî:
japonya: ninpon
ez: ore, watashi, boku
tu: kimi, omae, anta
dayik: haha, oka
bav: Chichi, oto
kek: ani
xwişk: ane
mêr: otoko
jin: onna
rojbaş: ohayo, ohayogozaimasu
silav: konnichiwa
ji kerema xwe re: kudasai
bi xatirê te: sayonara, cha, cha ne
xweda: kami
şeytan: akuma
firîşte: tenshi
qûnde, sapix: hentai
bisekine: matte
spas: arigato, domo
reş: kiro
spî: shiro
çîrok: monogatari
şîrîn: kawai
tu silamet î?, tu baş î?: dai jobu?
çi?: nani?

bes e evqas..



14.06.2017 02:37 ~02:39 | mergehez