Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mergehez

profîla "mergehez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [amed] de;

85. Bajarê ku va ye çend roj in ku kele kela germa havînê lê ketiye. Em pijiyan, em şewitîn. Hahoo ne tu hal e



05.08.2016 23:50 | mergehez

77. Bajarê ku mirov ditirse ku bi esnafan re bi Kurdî bipeyive. Gelek caran dialogên bi vî rengî çêdibin:

- Keko tu dikarî avekê bidî?

+ efendim?

- av.. av

+ efendim?

- yaw bir su ver ha!



Lewma mirov nizane bê wê bi çi zimanî bipeyive



21.07.2016 12:36 | mergehez

55. Navê straneke haşîm sîpan e. Hevalekî min ji min gotinên wê xwestin. Di înternetê de tune bû û min got ka ez binivîsim. Him gotinên wê dirêj bûn û him jî gelek cih hene ku min kê fahm nekirin. Ez dizanim hûn tu carî alîkarî nakin lê dîsa jî bipirsim: xêra xwe hûn dikarin kêmasî û şaşiyan rast bikin?



Gotin:

Bêje Amed li ser wan xortên ciwan

Dostê Goyê spî gortin a dildar"

Şopa zinar li ser Gorsêya navdar

Destana dilê Adar û Sînan(x2)

Amed hey mizgîna roja bilind

Amed hey wêneya nexşa şehîd

Amed... Amed...



Binivîse Amed, li ber bapêlên Ava Mezin ve

Derkeviya ava çemên xwe bide

Bîhna rûpeleke kevin ji Amed

Zindî bike carekê vî canî

Biçe, çermekî pezkoviyan,

di nav daristanên Gorsê de Amed

Û carekî wa mûjangên çavê xwe yê reş "li xwe bilind bike"

keserekî ji dil de tijî bike

Hêdî hêdî li ser vê Besta dildar,

Li vê pelê pênûsê bibe û bîne

Ger nebê Amed biçe biçêviyan li ser dîwarên kela kevnar

Wêneya serxwebûn neqiş neqiş bixemilîne Amed

Amed hey mizgîna roja bilind

Amed hey wêneya nexşa şehîd

Amed... Amed...



Were Amed gotinên vî şervanî di nav hevokan de binivîse

Mîna lîlava ku di nav elendên çavan de diherike li ser lamo

û li ser pelên dibêxav

Min li nav kefenên spî nealînin, min li nav keskesor de bicivînin

di nav rengê welatê min de bixemilînin

Mîna aşiqê tirîqa heyva kemanê

Bila hevalên min, min li dardestekê bikin û ji kesera vî dilî re,

carekî tenê li derdorê sûrê amedê bigerînin

Bi rûyekî biken li zarokên Amedê binêrin, hêviyên rojê de

Bila bîranînên min li Hêdik û li Apê Mûsa û li Şehîd Remzî,

û li Şehîd Birûsk bînin bêxin baxên gulan

Diyarî ji zarokên Amedê re bişînin, Amed

Amed hey mizgîna roja bilind

Amed hey wêneya nexşa şehîd



Bila ji wan re bêjin êdî ez mêvanê axa xwe ya bedew im

Mêvanê Ayhan im, dilperestê Gorsê

Mêvanê Sînan im, lawikê zêr

Mêvanê Harûn im, dilpakî wek perîrka li ser kulîlkan

Êdî ez mêvanên zarokên Amedê me, ên mîna Zîlan, Şîlan û Dîlan û Mizgîn

Tu her binivîse Amed.

Tu bêje Amed.

Mîna ew çakûçên li ser hesinê sincirî Amed

Tu binivîse Amed.

Tu qîr bike Amed

Tu bêje Amed

Tu qîr bike Amed

Tu bêje Ameeeed..



Amed hey mizgîna roja bilind

Amed hey wêneya nexşa şehîd

Amed... Amed...



02.08.2015 16:30 ~2015.08.23 22:17 | mergehez

51. Nizanim siûdxerabî ye an tiştekî din e lê navê amediyan derketiye bi diziyê. Rast e dizên wê têra xwe hene lê diz ne tenê li amedê ne li her derê hene. Şaredarî an jî hêzên din divê operasyoneke berfireh bike li hember ev kesên ku amedê li ber çavên xelkê reş dikin.

Çiqasî pêkan e ev? Tiştekî pir zehmet e û em nizanin bê operasyon niha tê meşandin an na. Ez bawer im hatiye dest pê kirin..



01.07.2015 01:43 | mergehez

49. Bajarê pîroz. Ez duh bi balafirê hatimê. Wexta min baholê stend saet bû deh û nîv. Bavê min got ez ê werim li pêşiya te(bi erebeyê), min got na ne hewce ye ez ê werim (lewre nexweş e). Min got ez ê bi otibosê werim. Wî got temam. Ez ji balafirgehê derketim taksîcîyekî got tu yê herî ku derê min got heta rawestgehê got were. Ez ketim taksiyê min heta rawestgehê bir.(ez bawer im got qey wê ez bixapînim, lê nexapiyam) ji ber ku tenê otibosa a7ê dihere nêzîkî mala me, diviya ez heta riya dadigere jorî cezaevî bimeşiyama. Ez meşiyam û meşiyam rê nediqediya weke ku ez di riyeke 5 kîlometreyî de bim. Axirê qediya ez gihîştim rawestgeha xwe. Otibos hat min lê nihêrt cih ji bo min nemaye tê de tew cih ji bo baholê hîç tune bû. Lê siwar nebûm li benda dolmîşa yenîhalê mam. Min got ez ê ji yenî halê heta malê bimeşim. Îjar li benda dolmîşê mam. Weke ku hûn jî dizanin bi şev nivîsên li ser kartona dolmîşa ji ber ronahiya li ber kartonê vêdixin nayên dîtin. Heta dolmîş tê 10 metreyan nêzîkî meriv dûvre meriv dibîne. Yek hat heta min xwend, fersend çênebû ku min destê xwe rakira. Heta ya duyan dîsan sekinîm û li wê siwar bûm. Li ceylanlarê daketim û heta malê meşiyam.

welhasilî kelam ez evana elimîm:

1. Divê meriv qehremaniya neke û nebêje ez ê bikarim werim.

2. Divê meriv baweriya xwe li otibosên amedê neyine.

3. Heke ku bi meriv re bar hebe û di bêrîka meriv de hinek pere hebe, bi qasî perê xwe gerek meriv li rehetiya xwe binere.



Werin amedê lê weke min kertiya nekin!!



30.06.2015 02:50 | mergehez