Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mergehez

profîla "mergehez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sepana tirşikê ji bo telefonên jîr] de;

43. Ji ber ku ev du roj e bi sepana gotinên stranan mijûl im nikarim li ser bixebitim.

Xwezî 10 destên min, înterneteke min a 1000 megabit û 10 serê min hebana. Min ê her tişt bi hev re bikirana *



11.08.2015 12:47 | mergehez

32. Mixabin nabe. Ji ber ku niha di halekî tewşomewşo de ye. Bi darê zorê dixebitînim* ma versiyon hê 0.0.5 e ew jî ne neheq e ku ewqas tewşo be*



03.08.2015 18:49 ~18:50 | mergehez

9. Di peyama dawîn de hatiye gotin ku di rê de ye. Heke ku ji hinekan re hatibe gotin, bila ji min re bê gotin da ez belasebeb nekevim telaşê.

Kes nehatibe dîtin ez ê bi silametî van rojan dest pê bikim. Tabî ji ber ku înternet li mala me tune ye ez ê zehmetiyeke mezin bikişînim. Her tişt ji bo tirşikê ye*



03.07.2015 02:18 | mergehez

4. me go merheba?



min dil heye ku sepanekê ji tirşikvanan re amade bikim ango binivîsim. ji bo vê yekê alîkarî, motîvasyon û bawerî lazim e.

ez hê ji bo destpêkirina wê ne amade me lewra hê ez zêde bi pêş neketime lê ez ji xwe bawer im ku ez ê çêkim û bidim ber destê we tirşikvanan *



12.01.2015 22:05 | mergehez