Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mergehez

profîla "mergehez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [moderasyona tirşikê] de;

36. Konseya rêveberinê ya tirşikê ye..

Di peyama jor de neheqî li min hatiye kirin. Ûlan ez heta şaşiyên moderatoran sererast dikim hûn çawa dibêjin birêz mergehez tiştekî nake.

Di şerê li hemberî şaşiyan de tenê mergehez hebû ji xêndî wî tu hêzên din tunebûn...



14.11.2015 17:21 | mergehez

29. moderasyona ku hema hema qet taybetmendiya beralîkirina mijaran bi kar nînin. ji dêvila peyam li binê mijaran binivîsin, divê rasterast mijarê beralî bikin. heke ku armanc hişyarkirin be dikarin peyamekê ji nivîskar re bişîne.



18.06.2015 22:02 | mergehez

28. piştî rojanekirina 2.6.5'ê ya sîstema nû ya tirşikê, nikarin peyaman sererast bikin(sîstema nû ya tirşikê/68223) lê belêêê tiştekî wiha tune ye. her ku bijkoka sererastkirinê hatibe rakirin jî dîsa moderator dikarin peyaman sererast bikin. kîjan peyamê bixwazin dikarin sererast bikin. heta bi awayekî pir hêsan, dikarin vê yekê bikin. ez nabêjim çawa ye, bila heval simurg bixwe çareser bike*



nîşe: heke ku moderatorek 100000000 lîreyî bide min ez ê jê re bibêjim bê çawa çêdibe*



(bnr: her tişt bûye bazirganî)



18.06.2015 21:45 ~21:49 | mergehez

18. (bnr: serhildana moderatoran)*



07.04.2015 20:13 | mergehez

13. Berê hin heqê wan hebûn lê niha tune ne. Mesela di beşa rêvebirinê de êdî tenê erêkirina çomezan heye. Lê berê listeya mijaran, peyamên hatine jêbirin, sererastkirina nivîskaran felan hebû. Nizanim çima niha tune ye. Patron ji kerema xwe hinek rê li ber veke ku em bikaribin pirsgirêkan çareser bikin. Mesela mijarek dikeve fetla beralîkirinê lê em nikarin wê çareser bikin. Em mecbûr in ku li benda admîn bin..



07.04.2015 16:16 | mergehez

12. karekî zehmet e. moderator jixwe hema hema meriv bibêje qet naxebitin, qet destê xwe bi tiştekî nakin. çend mijarên girîng ên ku divê moderator destê xwe biavêjin:



1- şaşiyên rêzimanî: çi peyam çi mijar. ferq nake. divê moderator şaşiyên herduyan jî sererast bike. peyam belkî zêde zêde nebe problem lê belê dema navê mijaran şaş bimîne pirgirekên mezin derdikevin. dema kesek li tiştekî bigere carinan dê nikaribe bibîne lewra navê mijarê şaş e..



2- beralîkirina mijaran: ev jî tiştekî girîng e. mesela ez mînakekê bidim: elî şerîetî. ger meriv bixwaze mijareke bi navê wî veke dikare bi sed cureyî navî wî binivîse. mînak: alî şerîatî, elî şerîatî, elî şerîetî... divê moderator van versiyonan gişî beralî bike. lê mixabin tiştekî wisa tune ye.



3- yekkirina peyamên weke hev: gelek caran dibînim ku di binê mijaran de nivîskaran 20-30 peyamên wek hev nivîsandiye lê hemÛ peyam dikarin di binê peyamekê bên komkirin. mesela di binê mijara gotinên pêşiyan de nivîskarekî nêzîkî 40 peyamî nivîsandibû. min hemû kirin peyamek. him qelîiteya peyaman nakeve him jî xwendina mijarê hêsantir dibe.



4- jêbirina heqaretan: ev jî qadeke girîng e lewra heke ku tirşik peyamên wisa bihewîne qelîteya wê zêde zêde dikeve û nivîskar dikevin ber hev. riya niqaş miqaşan nayê girtin. weke ku di vê peyamê de jî hatiye gotin moderator rê li ber heqaretan vedikin. rast gotiye: nazim tolhildan/64116



ji ber ku hertim nikarim têkevim tirşikê ez jî nikarim zêde van tiştan bikim lê çi ji destên min tê dikim. rihme hûn jî bikin..



05.04.2015 23:17 ~23:21 | mergehez

5. moderasyonek bêyî nivîskaran peyamên wan diguherînin *



20.02.2014 23:47 | mergehez