Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mergehez

profîla "mergehez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nivîskarên jin ên tirşikê] de;

14. berê hejmara wan kêm bû, me digot gelo çima kêm e û sedema vê kêmbûnê çi ye gelo filaaan. lê niha çend nivîskarên jin aktîf in. naxwazim ji bo hemû jinan tiştinan bêjim çimkî her jin ne wek nivîskarên jin ên tirşikê ne.

di vê sedsala teknolojiyê û bipêşketinê de hejmara kurdên ku bi zimanê xwe yê dayikê dizanin gelekî kêm e, tew hejmara yên ku dikarin binivîsin gelek gelek kêmtir e. îcar wexta ku kurdek dielime nivîsandina bi kurdî, dibêje va ye ez gihîştim ezmên. li cem her kurdî ev heye çimkî rewşeke awarte ye zanîna kurdî. neyse temam em bigihêjiin ezmên lê ev pozbilindî çima ye min fahm nekir. nivîsandina bi kurdî ewil gelekî kêfa mere tîne filan lê paşê mere lê dinere ku tu ferqa nivîsandina kurdî û nivîsandina zimanekî din tune û mere dibêje temam ew hewesek bû derbas bû, êdî hewceyî pozbilindiyê nake. nivîskarên jin ên tirşikê (çend heban naxim nav) hê jî ji pozbilindiya xwe xilas nebûne. tabî nivîsandin sedemeke pozbilindiyê ye. sedema din jî sedemeke giştî ye. xwe mezin dihesibînin. nizanin ku mezintî ne bi zayenda mirov e. mezintî bi zanebûn û gihîştîbûnê ye. îşev min ev ferq kir ku nivîskarên jin ên tirşikê ji ezmên li mêran dinerin, ji ber bixudînê sînga wan çenik maye bilerize.

Yek daxwaza min ji wan heye, bila dev ji vê pozbilindiyê berdin û hinekî cidî bin..



22.04.2016 02:40 | mergehez

5. ku nivîskarên jin hebe bila xwe derxin holê. ji ber ku kesî xwe dernexistî ye holê em dibêjin qey nivîskarên jin nîn in û bê eyb û fedî em tiştên nayê nivîsandin dinivîsînin. banga min bo we: de zû derkevin an tirşikê biherime! *



26.02.2014 21:00 | mergehez