Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mergehez

profîla "mergehez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [gauloises] de;

16. Cixareya ku tofanî rakiriye. Bihaya wê niha li amedê 5.5 lîre ye



12.05.2016 14:08 | mergehez

13. Cixareya ku ji malboro, lark, murattı, camel, viceroy û cixareyên qaçax ên din xweştir e.*

Wexta em çûbûn swîsreyê min bi mecburî marlboro dikişand lewre bûka me marlboro dikişîne. Ez mehekê bi hesreta wê li ewropayê geriyam. Rojeke em ji bo danûstandinê çûbûn elmanyayê, bêyî ku haya kekên min jê çêbe, min ji bûka me re got xêra xwe gulasorekê bikire û gulasoreke 26 hebî û yek a 20 hebî kirîn. Niha ya 26 hebî li mala min a li îzmîrê di pirtûkdanka min de ye. Min a 20 hebî kişand ferqa wê ya li vir tune bû yanî milletê me ji ber ku bihaya wê kêm e dibêje ev pîs e cixareya feqîra ye. Qet nabêjin wextekî albert camus, sartre û hevalên wan vê cixareyê dikişandin. Erê yabo em ji ber ku erzan e gula sor dikişînin hûn jî ji ber ku biha ye parliament/marlboro dikişînin.

Neyse xweş cugara ye*



01.09.2015 02:28 | mergehez

6. ciwan haco li ser wê stranek derxistiye : http://youtu.be/einxYSHJ7wI *



26.02.2014 01:57 | mergehez

5. xwandina wê gulûwaz e. bnr: http://youtu.be/-O9Gji_qkkA



07.02.2014 13:42 | mergehez

4. bihaya qartona wê li kurdÎstana bakur 12-15 lîre ye. tenê pakêta wÊ jî di navbera 1.5 lîre û 3 lîreyî de diguhere. lê heya digihêje îzmîr'Ê mixabin dibe herî kêm 3.5 lîre.



ku qartona wê bi 12 lîreyî bê firotin, pakêta wê dibe 1.2 lîre. ên qartonê difiroşin niha herî pir bi 9 lîreyî dikire û pakêta wê tê 0.9 lîreyî. ka gelo ên cixarê dihilberînin bi çiqasî difiroşin Û çi jê kar dikin. ez her tim vê mijarÊ difikirim. divê belkî jî ez nefikirim.



04.02.2014 23:10 | mergehez

2. di sehneyek fîlmê amelie de derbas dibe. jinek tê kafeyê û gula sor dixwaze.

di vê derê de hûn dikarin bibînin (1:40) http://www.hdfilmizlebe.com/amelie-turkce-altyazili-izle.html/2



04.02.2014 22:31 | mergehez