311. hewl didim ku peyama 100.000ê ya tirşikê binivîsim lê hîn gelek peyam mane. min nizanibû li ser hev nivîsandina gelek peyaman evqas zor e. tu peyamekê dinivîsî paşê mijar nayê bîra te, dema te mijar dît îcar mijareke din lazim e... |
|
09.06.2017 07:16 |
mergehez
|
306. îro min bi ecele ji înternetê bilêta Îzmîrê birî. ji ber ku ecele bû min li detay metayan nenerî. paşê hevalên ba min pirsîn kîjan balafirgeh e. wê gavê min got ulaaaaan!! min lê nêrî sabiha gökçena jehr û ziqqûm e. hefteyek berê min gotibû ez êdî min bikujin jî ez bilêtê ji bo wir nabirim lê va ye min birî :( |
|
19.03.2017 07:51 |
mergehez
|
112. ez nema bi xwe re dibînim bitirşikînim tirşika rengîn.. |
|
24.04.2014 00:28 |
mergehez
|
108. xemgîn im, betilî me nizanim bê ka ezê çi bikim. jiyanek tevlihevbûyî dibihure û ez di nav wê jiyanê de mame nikarim xwe tev bidim. ne dikarim paş de herim ne jî dikarim pêş de.. di holê de mame û li benda destekî me ku wê xwe dirÊjî min bike û min ji vê quzilqirtê xelas bike. |
|
23.04.2014 02:14 |
mergehez
|
98. dema endazer siyasetÊ nake kÊfa min pir jê tÊ lÊ dema dest bi siyasetê dike haho Û haho... |
|
13.04.2014 19:33 |
mergehez
|
87. dema ku ez vê mijarê dibînim ez difikirim da tiştekî li bin vê mijarê binivîsim. * |
|
29.03.2014 21:31 |
mergehez
|
80. min di eksisozlukÊ de deh entry nivîsand û piştî wê hew du-sê caran tenê ketimê. rojekê hevalÊ min ji min pirsî, got "ka tu bû nivîskar?" min jî li eksisozlukê nerî û ez bÛbûm nivîskar. lê piştî demekê ez jî adiz bÛm û min nenivîsand. hevalê min got ka şîfreya xwe bide min, ezê binivîsim. min jî da wî. nêvî bêtir entry yÊn wî ne. piştî min şîfre guhert û neda wî, min dest bi jê birina entry'yên wî kirin lê naqedin mîratmayon. * * |
|
25.03.2014 01:30 |
mergehez
|
60. li qursa kurmancî ez hîn di asta yekemîn de me. |
|
10.03.2014 18:24 |
mergehez
|
55. dema ku ez li cihê dawîn hatîn reydan avatara xwe dibînim, ez dibişirim, pir kêfxweş dibim û ez tu rayan nadim peyaman da ku avatara min ji wê derê ranebe * |
|
09.03.2014 00:23 |
mergehez
|
51. ez ji bo tirşikê pirtûkên kurmancî dixwînim |
|
04.03.2014 01:04 |
mergehez
|
47. yek ji feqiyêteyran hat: http://i.hizliresim.com/xEBd2z.jpg |
|
01.03.2014 22:09 |
mergehez
|
43. ez sîxurekî ku di tirşikê de kurdan fîş dike, me. |
|
26.02.2014 19:42 |
mergehez
|