Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mergehez

profîla "mergehez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dêrika çiyayê mazî] de;

17. "Welatê min, welatê min

Dîtina te hêz da li min

Hesreta te tev birîna min

Tu sitran û tembûra min"



Welatê min, cihê ku 14 salan min jiyana xwe lê bihurand. Ca min, ca te, ca wan..

Welatê min ku gelek bîranînên min ên xweş lê çêbûn û niha riya min pê nakeve. Ne ji ber ku naxwazim, ji ber ku êdî sedem nemane ku biçim û tabî jehra modernîzmê nebûna wext..



Ji xwe re li vê stranê guhdarî dikim, hinekî rihet dibim:



21.04.2016 23:57 | mergehez

11. ev sê roj e qedexeya derketina derve heye li ev bajarê xweş. bi qasî ku min ji rûpelên facebookê yên li ser dêrikê şopand:

1. bûyera ewil teqandina pirekê bû, li hêla taxa tilbisimê. (beriya vê bûyerê tiştekî din çêbûbe nizanim.) kê pir teqand filan nizanim.

2. Piştî teqandina pirê li navendê qedexeya derketina derve hat îlankirin. ewil ji saet 12ê şev heta pêncê êvara roja din bû. paşê heta rojeke din jî dirêj kirin(heta 12ê nîvro). paşê dîsa bi biryara qeyimqamî heta emreke duyemîn hat qedeexekirin yanî bê wext.

3. Tabî gelê dêrika berxwedana xwe di serî de da dest pê kirin. Hê jî didome. Li gorî gotinan erebeyeke leşkerî hatye teqandin û 5 polîs tê de hatine kuştin.

4. Niha navend bi polîsan tije bûye. Gule direşînin li her derê. Sekvan xwe bicih dikin. Amadehiya qetliameke din dikin..

5. Dîmenên xaniyên gullebûyî hêdî hêdî tên.

6. Ji bo şopandina bûyeran, rûpelên facebookê: (rûpel bi tirkî ne)

6.1. Dêrika Rengîn: Here lînkê

6.2. Dêrîka Çiyayê Mazî: Here lînkê



Agahiyên din di nuçeyan de ne:

Here lînkê(Gelê Dêrikê 'qedexeya derketina derve' nas nakin)

Here lînkê(Derik’te saldırılar yoğunlaşırken direniş yükseliyor)



Teqîna mayinekê: Here lînkê



27.11.2015 22:26 ~22:32 | mergehez

5. dibêjin ev 3 roj in li navendê av tune ye û şaredarî tu tiştan di derheqê vê nabêje. erê em dengên xwe didin wê û erka xwe bi cih tîne lê divê hûn jî bi cih bîne.



14.04.2014 19:40 | mergehez

2. ji bo navê Dêrik'ê çend tez hatine avêtin holÊ:

1- Navê wê ji peyva DIRRÎK'ê tê: dirrîk tê wateya şewlê gur. li gor vê tezê dema dêrik yekemcar wek cihê jiyangehekê hat bikaranîn li wê derê zehf dirrîk hebû û peyva 'dirrîk' hêdî hêdî guheriye û bÛye 'dêrik'

2- Navê wê ji peyva dêr'ê tê: li gor vê peyvê, dema ku nûh dêrik bibû jiyangehek ermenî û suryanî li vir jiyanin. lê dêra herî kevn ya dêrikê piştî avabûna dêrikê hatiye lêkirin. yanê ev tez ne pirî gengaz e.

3- Navê wê ji têrkî tê: têrkî yek ji malbatên/eşîrên ku ewil hatine dêrikê, ye. li gor vê tezê jî têrkî guheriye û bûye dêrik.



08.04.2014 00:08 | mergehez

1. berî her tiştî memleketê mazlumozdogan e. di fermîtî de aniha di hundirê tixûbên tirkiyê de ye û navçeyek mêrdîn'ê ye lê bi rastî navendeke kurdîstana bakur e. navenda dêrik'ê ewçend piçûk e kî di navendê de herkes hevudû nasdikin dizanin kî zarokê kê ye, mala kê li ku derê ye. ev jî xweşiyek dêrik'ê ye ku ew di bin bandora kapîtalîzmê de nemane û ji hevudû dûr neketine.



ji çend cihên ku cegerxwîn lê çûye medresê, yek jî dêrika çiyayê mazî ye. heta cegerxwîn li ser dêrikê helbestin nivîsandiye. lê axayên * dêrik'ê ji wî heznekirine û wî sirgûn kirine.



xeynî vanan : (bnr: carbekir), (bnr: li dêrika çiyayê mazî'yê gotina 'û'yê) û (bnr: ca min)



16.02.2014 18:55 | mergehez