Tirşik - Profîl
tirşik-profîla jifêzagorda

profîla "jifêzagorda"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rojnivîska tirşikvanan] de;

148. Li salona postexanê ez, mêrikekî simbêlboz û ciwanekî qemer runiştîne. Telefona cîwanê qemer lê dixe, ve dike bi kurmancîyeka delal xeber dide. Ez şa dibim. Mêriké simbêlboz bi coş dipirse; wayy tu jî Kurdî?
Cîwanê qemer dîsa bi kurmanciya xwe ya xweş dibê: na ez Êzidî me.
Mêrik posîde dibe, dibê: ma heyran tu Kurdê Êzidî yî!
Cîwan bi tûndî dibê:na!
Ez xwe nagrim dibê'm; belê hin Kurdên Êzidî bi awayekî polîtik xwe wekî ne Kurd lê Êzidî dibînin.
Cîwanê qemer û mêrikê simbêlboz bi şaş û metel dibên; tu jî Kurd î!
Ez dibêm; erê ez "Jî"

(Ev "jî" ya gelekî girîng e. Ji ber ku her çi qasî bi awayekî polîtik mafê her kesî hebe ku xwe li ser taybetmendiyeka xwe ve pênase bike jî dawiya dawiya mirov dîrokî ye, nikare xwe ú aidiyetên xwe bijbêr e. Dibe ku piştî van tofanên bê dawî, Êzidî nexwezin xwe wekî Kurd pênase bikin çimkî zêdepariya Kurdan misilman e. Tu carî ji dev ji misilmantiya xwe ya xwinrêj ber nadin. Jixwe her kom/girse gorî cudayiyén navbera xwe ú cînaran xwe pênase dikin, navekî xwe dikin. Her çi qasî em vê yekê hez nekin, ev gotin dilê Kurdên Kurdayatiyê wekî neteweyekî dibînin bişkêne jî ev wiha ye. )



25.03.2018 15:35 | jifêzagorda