Tirşik - Profîl
tirşik-profîla jifêzagorda

profîla "jifêzagorda"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kêmasiyên bajarên kurdan] de;

10. 1- Xizmetên wekî av, rê, ceyran gelekî xerab in. (ez rexneya dewleta tirkan nakim, ew dijmin e. ez dijminan red dikim, lê rexneyê şeradarîyên kurdan dikim.)
2-bêyî dagirkerîya giştî, leşkerîya dewleta tirkan cihên bajaran ên herî xweş bi têldirikan girtine, cardin dagirkirine.
3- Xweza têk çûye, hin bajaran bi dermanê çavan re be jî darek nîn e.
4- Qehwexaneyên bes bona mêran hatine vekirin sendelîyan davêjin heya li nav sûkan û rê nadin ku mirov derbas bin, bi taybetî mêrên ku zoq dibin jinan dinêrin rê nadin ku jin bi rihetî biçin bên.
5- sûk zêde teng in û ajokar jî yek rêzika trafîkê nizanin (an jî hemû rêzikan înkar dikin)
6- mirov zibilên xwe davêjin li orta rê, her der qirêj e.

hofff naxwazim berdevam bikim, dilê min reş bû...



01.08.2018 00:44 ~01:07 | jifêzagorda