Tirşik - Profîl
tirşik-profîla jifêzagorda

profîla "jifêzagorda"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [zimanê tirkî] de;

10. Belê hemû ziman zindî û çêkirî ne. Lê di navbera "çêkirinê" de jî ferqeke mezin heye. Heke bi awayekî xwezayî, ji nav pêvajoyê de gorî jiyan, şert û mercên civatê peyvên nû, şêwazên nû yên ravekirinê tevî ziman bibe ev yek jixwe pir normal e. Jixwe zindîbûna zimên jî ev e. Lê heke, çend fermandarên osmanî pêşiyê ji xwe re dewletekî ava bikin paşê jî ji bona miletekî dizayn bikin sazîyên zimanê fermî, dîroka fermî hwd avakiribin mafê me jî heye ku em zimanê tirkan wekî "çêkirî" pênase bikin. Ji ber ku gelek peyv yekser bi gotina kesekî ve çê kirin û dan qebûlkirin.
Lê bi min jî divê em xwe ji vê kompleksê rizgar kin û mafê wan nexwîn. Ji ber ku wan bê milet, bê xak, vê rih û kokên ji vê erdnigariyê dewlet ava kirin û heya ser de jî zimanek çê kirin. Niha di dinyayê de piştî deh panzdeh zimanên din yên herî berbelav Tirkî tê hînbûyin. Bêyî Tirkan xwe neteweyê herî mezin î Tirkîaxêf jî Êrmenî tên hesibandin. (Na Kurdan wekî neteweyeke cuda qebûl nakin. Lê jixwe biratî felan!) Her sal bi hezaran waşanên çi bi akademîk be çi bi wêjeyî be werdigerînin zimanê xwe, tevî pirtûkxaneya xwe dikin. Camêr û canikan ji bona zimanê xwe zêde ked daye hê jî didin.
Kurdên qaşo xwendî pirtûkên Kurdî yên herî navdar yekser werdigerînin Tirkî (bila efendî min hez bike) yên ev yek ji dêst nayê jî Youtubê de hemû stranên Kurdî bona Tirk jî fem bikin werdigerînin zimanê Tirkî (heke me fem bikin yê dilê xwe ji me bişewtînin, me hez bikin felan) Yanê bi rastî dinya alem ji bona dewlemendtirkirina Tirkî mil dane hevdu, dixebitin.
Hûn jî bi zimanê xwe xeberdin, binvîsin, ji zimanên din wergerînin bila zimanê we jî pejal bibe, çepil dirêj bibe, têrî her tiştî bike. Bila zimanê we jî "çêkirî" be ma çi ye!



28.02.2018 20:19 | jifêzagorda