Tirşik - Profîl
tirşik-profîla jifêzagorda

profîla "jifêzagorda"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [call me by your name] de;

4. Bi rastî min gelek caran pesna vê fîlmê guhdarîkiribû lê bona ku her tim wekî fîlmeka evînîyê pênasekiribûn min nexwest temaşe bikim. Nexêr çawa ku gotineka navdar dibê "sex sells/seks difroşe" bêtiriya fîlmên evînîyê jî bes ji bona bên temaşe kirin her tim bi senaryoyên klîşe, keçikeka "zêde jin" û lawikekî ji derdê testesterona zêde perîşanketî tên kişandin.
-xwedêkirî min "call me by your name" temaşe kir. Fîlm li Îtalyayê, welatê tavê û mirovên şên li nav sirûşteke bêhempa de hatiye kişandin.
-hemû gotin, nêrîn, dialog û pevşabûnên her du lawikên dilketî evînîyeke xweş û xwerû tîne ji bîra meriv.
-ew sahneya di derheqa etîmoljîyê de xeberdidan gelekî xweş bû, belê peyveka Kurdî jî derbas bû. "mişmiş"
-û dawiyê de hindik ma bû ez a dilkevir jî tev gelek mirov bigirîn û wisa ji sînemayê derkevin. Meriv helbet dilê xwe davêje wê xwezaya xweş, malbata xwedî fem û feraset, hebûna evînîyê. ji vê fîlmê gotineka ew qas rast û dûrist ji bîra min de ma; " Em xwe kaş berkaş dikin ku birînên me zûtirkê pak bibin lewma jî heya em tên 30 saliya xwe çu tişt me de namîne"



06.03.2018 17:07 | jifêzagorda