Tirşik - Profîl
tirşik-profîla jifêzagorda

profîla "jifêzagorda"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hayao miyazaki] de;

8. Derhenêrê bi aliyê hemû zarokên bayîzdê ve baş tê zanîn e, çikû min hemû anîmasyonên wî yek bi yek da temaşekirin ja me li ser xeberda, nîqaş kir em tev lê kenîyan û hew... Ji dewsa wan qirêjîyên li ser navê perwerdê ji zarokan didin jiber kirin xwezila li her dibistanê fîlmên wî mirovê xweş bidin temaşekirin.
hîç ji bîra min naçe dema xwendekarê min memo girtibû digo illa bibêje tu herî zêde kîjan fîlma apê heyo (erê me wisa digot ji nav xwe de) hez dikî? Ez bi rastî fikirîm lê min nikaribû biryar bidim gelek caran cînara min tototoroyê hez dikim carna Kikiyê lê gelek caran jî spirited awayê. Veca dipirsiya; mamosto tu "îro" herî zêde kîjanê hez dikî *))
ku min ev belgefîlma temeşe kir rêz û hezkirina min a li hemberî Miyazakî zêdetir bû Here lînkê Welhasil gotin û qisaya li ser Hayao Miyazakî xelas nabe.



11.04.2018 16:52 | jifêzagorda