Tirşik - Profîl
tirşik-profîla jifêzagorda

profîla "jifêzagorda"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kêm axaftina kurdî li nav keçên kurd] de;

14. Du sedemên herî girîng ev in;
1- Jinên Kurd wekî koleyan sibê heya êvarê li mal dimînin. Azadiya wan a derketina derva û kirina gelek tiştên din bi aliyê civaka mêr-salar ve hatiye astengkirin. lewma jî sibê heya êvarê an şixûlên malê dikin an jî televîzyonên tirkan temaşe dikin. Mêr bêtir xwe wekî parçeyê civakê dibînin, diçin digel mêrên din soxbet dikin û lewma jî bêtir mekanizmaya kontrolê, şerm hwd ji nav wan de heye. Nikarin ew qasî zû zimanê xwe biguherînin.
Binêrin; berê dema ku civaka kurdan bêtir gundewar bû, mêran tirkî xeber dida, çimkî diçûn li bajaran û tirkî fêr dibûn lê jinan teqez bi kurdî xeber dida, gelek jinan hîç tirkî nizanibû. Lê niha jin li derve kar nakin, naçin li zevî çayiran karên cotkariyê nakin hemû dema xwe li malê de li ber tv'yê derbas dikin. lewma jî zimanê tv'yê çibe ew ziman dikeve devê wan, xeyalên xwe li ser wî zimanî ava dikin.

2- Di nav her civakê de koma herî bindest dike ku herî zûtir xwe ji wê "bindestiyê" rizgar bike. Li Bakurê kurdistanê rewşa Kurdan him bi aliyê neteweyî ve bindestiye him jî bi aliyê çînî ve. Lê rewşa jinên Kurd, du caran ji vê xerabtir e. Çimkî ew bes bi aliyê dewletê ve nayên çewsandin, bi aliyê mêrên di malbata xwe ve bêtir tên çewsandin. Lewma jî jin bêtir hewl didin ku zimanê serdest fêr bibin, xwe wekî tirkekî ji nû ve biafirînin.



24.09.2018 18:53 ~2018.09.25 00:58 | jifêzagorda