Tirşik - Profîl
tirşik-profîla jifêzagorda

profîla "jifêzagorda"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kurdên femînîst] de;

15. sernivîsa cardin nîşandaye ku gelemperîya ciwanên Kurdan çiqasî korrefehm im!
1-Femînîzm dijberî çanda bavsalar a ku bi hezaran sal e ne bes li ser jinan, li ser hemû zayendên ne-hetero û ne-mêr tehde dike ditêkoşe.
2-Wekî hemû îdeolojîyên din, femînîzmê de jî gelek fraksîyon û hizbên ciyawaz henîn. (Femînîzma radîkal, femînîzma Marksîst, Femînîzma sosyalîst, Femînîzma liberal, Femînîzma Reşîkan hwd)
3- Çawa ku berîya Marksîzmê jî tehde û desthilatdariya li ser çîna karkeran hebû li bi marksîzmê ve êdî li çawirdora dinyayê mirovan bi awayekî rêxistinî li dijberî sermayegeriyê kar kiribe, tehde û desthilatdariya li ser jinan jî bi hezaran salin heye lê bi femînîzmê ve jinan bi awayekî rêxistinî li dijberî bavsalarî û desthilatdariya mêran kar kir. Veca gelo hûn bi kudera xwe difikirin ku femînîzmê wekî teqlîd binav dikin!? Ji kerema xwe vegerin hebûna xwe binêrîn hûnê bi sedan teqlîdkirinên sosret bibînin.
Niza'm van rojan kertî bûye trend an ev kesên gêje gêj xeberdinin serxoş felan in!



30.07.2018 15:51 | jifêzagorda