10. Di hewlêrê de cihekî din yê sereke jî kolana Îskan e ku li rojava yê kelhê dimîne û ji bazara niştiman bi birêve bi qasî pênc deqîqeyan dûr e. ji ber êvarê heta berê şeveqê bi çûn û hatina bi sedan mirovan ev kolan zîndî ye. bi dehan xwaringeh cûreyên xwarinan wek kutilk, ur û rovî, kebab, pîzza, doner, şorbe û xwarinên avî difiroşin. Çayxane û xwaringeh li kêlekên rê kursîyan dideynin û bi sedan kes xwarinan dixwin, çaya pir bi şekir divexwin (çay bi şekir tê, go ti bixwazî bê şekir vexwe dive tu bere bêjî), nargîlê dikişînin û li televîzyonê temaşe dikin. Ji xeynî vana gelek telefunfiroş û dendik firoş jî hene. Dendikfiroş dendikên xwe di dewleke(xezne) wek ya cilşoyê de bi agirê tûp ku bere xirtoma agir di nav dewlê de ye dipijin. her wiha kesen qertên telefuna difiroşin jî gelekin. Ji xeynî vanan cilfiroş, avfiroş, şekalfiroş û kesên şekalan boyax dikin jî hene. |
|
11.07.2018 13:46 ~13:55 |
mikurhat
|