Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bilbilê dilkul

profîla "bilbilê dilkul"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [katarin forte] de;

1. Sê çar eoj berê ji ber ku serma girtî bûm û rewşa min hîç dil xweş ne dikir bavê min got malê de dermana katarin forte heye û da min. Min jî bi avê re xwar. Got di her duwazdeh saetê de yekî bixwe. Min rojêkî wekî ku bavê min got xwar. Roja li pey wê rojê jî wekî doh min dermana xwe xwar .û pê re ji ber ku min nûçeyekî bixêr girt ji bîr kir ku dermana xwe xwariye yek û nîv saet pişt re careke dî hebek danî nav zikê xwe. Çawa heba duyem çû xwarê hat bîra min ku min heba duduya avêtime devê xwe.

Wey babo!
Wey hewar!
Wilo tewizî bûm wilo tewizî bûm, min go qey narkoz dane min. Serê min gêj bû.
Puffff, min go qey ji serê min agir derdikevê an jî di nava serê min de av dikelê. Li gel tewizî bûn û gej bûnê jî xewa min dihat. Yan ji tirsa yan jî ji ber bandorên ku derman bi xwe re tîne nikaribûm birazim jî.

Ji birayê xwe re pirs kir ji ber ku diransaziyê dixwîne tiştinan got. Got tansiyona te derketiye û ji ber ku derman hîn madde di nav xwe de dihewîne xewa te bê û xewekî têr û baş birazê. Here biraze tiştek li te nemîne.

Dîsa min nerûnişt li cihê xwe de. Çûm li ser bandorên ku pê dermanê re derkevin holê lêgerînan kir. Min çend dixwend û dimeyizand ku bi min re jî ew bandor hene hê jî nebaş dibûm. Dû re min dev jê qera. Ketim nav nivîna. Sê saet pişt re ew bandorên dermanê ku bi min re hebû hêdî hêdî min berda û ez ketim xewê, xewêkî çak. Ji bo nimêja şeveqê ez hatim rakirin û piştî nimêjê dîsa çûm xewê. Gava ku sibe şiyar bûm gelekî baş bûm û tu tiştê min nema bû.

Mamosteler ango ez dibêm hişê we li serê we de de bê, hişliser bin, du heb hebên katarin forte bi hev re nexûn birayekanî azîzekan.



20.09.2018 22:23 | bilbilê dilkul