Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bilbilê dilkul

profîla "bilbilê dilkul"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kurd çima zarokan tînin dinê?] de;

10. Bêhna xwe fireh bihêlin mamosteler.

Bersiva vê pirsê hêsan e, her kesek hema ji dê û bavên xwe pirs bikê û bersiva xwe ji wan bigrê. Wan ji bo we ravebikin ango îzah bikin.

Sedemê bêhntengkirina xwe nîn e.

Digel vê ezanim her kesek di nav xwe de başiya neteweya me dixwaze û ji ber ku hîn tiştinan aciz e giliyan dike û royên çewt û kin diramîne.

Di eslê de ango di rastiyê de behsa min ango gotina min ne tenê li ser çêkirina zarokan e. Ji ber ku behs ango mijar li ser vê yekê bû min li gorî vê mijarê xeber da ango axivîm.

Mes'ela zimanê çêdibe ango babeta ziman dihê vekirin em dibêjin kurd bila hewl bidin ango têbikoşin ku zimanê xwe bi pêş ve bibin û zelal bikin hîn kurdên tevizî dibêjin wele em nikarin bavê bavê min jî wilo xeber didin ango diaxivin. Bila em ser bi xwe bin û li hemû deran mektep ango dibistanên bi zimanê me vebin pê re emê binêrin.

Digel vê mijara çêkirina zarokan tê vekirin. Em dibêjin de bila dev jê biqerin bi wê çî ye? Elaqeya we ango pêwendiya we bi hejmareya û rêjeya zarokên civatê re çî ye? Bi zaroyên xwe re mijûl bin ango kariwer bin. Çawa dixwazin û dizanim wisa bikin.

Hîç milletek ango netewek nîn e ku ji milletê xwe re behsa qeyd û bendên ango gotina rê û rêçikên bo çêkirina zarokan bike û bi vê jî di armancan de serkevtî be.

Rewşenbîrî ne ev e. Rewşenbîr ev in ku rewşa peywendîdarê sosyolojî yên gelê xwe dizanin. Rewşa ol yên gelê xwe dizanin. Rewşa kultur yên civatê dizanin. Nirxên gel dizanin. Û wekî vana. Ango ji gelê xwe haydar in.

Bi zanîna wan agahiyan li gorî gelê xwe çareseriyan ji bo gelê xwe ra digerin. Heger ji gelê xwe dûr bikevin, taybetiyên gelê xwe di pişt guhê xwe re bavêjin nikarin çareseriyek ji bo gelê xwe re bibînin. Ev ne rewşenbîrî ye. Gotinên van bêencamin û nikarin werin peyikandin. Hîn vêga derkevin bibêjin em angaşta rewşenbîrbûna xwe nakin. Ji kû derxist filan. Pêşî bêjim hê rewşenbîrek derneketiye ku li xwe bibîne kurd çima zarok çêdikin bila yek çêkin bes e filan.

Em ji ber çêkirina zarokan ne bi vê rewşê de ne û zarok çênekin jî ji vî rewşê. Di destpêkê da her kes baxçeya xwe biçînîne pê re berhemên baxçeya xwe şanî me bide ku em bizanin bi çi awayî berhem baş derkevin. Dibêm j'qala baxça xelqê biqerin. Axaftinên ji rêzê encamek nade. Li jiyana xwe de tetbîq bikin gel ji we bibîne û bisepîne. Gel bêhiş niye.

Dawiya dawî kes nikarê garantiyê bidê ku yekî tenê zarokek çêke û perwerdeyek têr û çak jî têde ji destê vî çi tê ji vî re bike û ev zarok bênamus dernekeve. Belku bênamûs derkevê dijmatiya dêbavên xwe bike. Eger hûn dikarin garantiyê bidin belaş e welle ejî dixwazim. Ev nayê wê wateyê ku bîst zarok çêke ên baş ji te re ên nebaş jî bavêje derve. Hîn derkevin vêga wilo bêjin.

Hemû rizqên xwedê ye. Bi hilbijartina dê û bavan de ye. Heke li xwe dibîne pênc, deh, bîst heke li xwe nebîne yek, du, sê çêke an jî hîç çênake. Ezanim û gelek bawerim ku ji bo xerabiya wan zarok çênakin. Ê din biryara wan e.



2019.02.26-23:59 | bilbilê dilkul

8. Navê mijarê wek dê û bavê min çima zarokan tînin/aniye dinê niye. Yan jî dê û bavê min çima min anîne dinê jî nîn e. Heke wisa bûya min digota dîsa psîkolojiya yekî nebaş e û giliyê dêbavên xwe dike.

Bi saya ew zarokên kurd ku wek serobero tên binavkirin e ku em heta hingî li ser piyan in. Kurdên entelektuel jî tê de bi rêjeyeke mezin di zarokatiya xwe de nanê bi salçe xwarine.

Wek kurdek ez jî dixwazim zarokên kurd giş bi hêsanî bijîn, biçin dibistanên têr û tijî, entelektuelî jî bizanin, hunermendî û zanistî û.... her tiştî bizanin. Li ser rûyê dinyayê li her derêji bo mirovan model bin û bi tilîyan nişanî zaroyên me bê danîn.

Ew heq ji kesekî nade ku bibêje kurd çima zarok çedikin. Çima bi zarokên xwe nanê bi salçe didin xwarin. Çima nikarin wan entelektuel bikin. Çima bêcil dihêlin..... Û naqade.

Gengaz nîn e ku kurd ji bo zarokên xwe nebaşiyê naxwazin. Bilî sê çar heb kêmaqil. Ji ber vê jî kes nikare li ser kurdan giştîkirinên beredayî, bêxîret û tim neyînî bike.

Lê heger yekî behsa malbata xwe û dê û bavê xwe bike ez nikarim derheqê wan de biaxivim. Ew mijareke binemalî ye. Di nav xwe de hêl bikin qurbana çavên we.

Hekena mijar li ser tevahiya kurdan bête vekirin baş bizanin ku heke bara me li stuyê sê çar kesên qaşo entelektel de mabana rewşa me jê baştir nebûbana.

Dîsa jî dibêjim entelektuelbûn jî zengînbûn jî zanebûn jî rehetbûn jî û her tiştî jî ji bo kurdan dixwazim û armanca me ev e jixwe.

Madem wilo ye;
Perê yekî nebê bila dernekevê derve ez ji wan şerm dikim. Ya ku ew feqîrokên pêxwaz eqrebayê min derkevin ezê çi kim. Ên ku Entelektuel nîn in jî bi xêra xwe dernekevin ezê biçûk bikevim. Maazella kurd filan derkevin vêca de were ji navê derkeve. Û bila helbest filan nizanim zarok jî çenekin heyra. Bi taybet inşaatçî û tekstîlcî û nizanim çi quzzilqurtan.

Mêzenin çiqa rewşenbîr im bi sê hevokan mijara kurdan tune kir. Yaw qedr û qiymeta min bigrin ha.



2019.02.25-16:45 | bilbilê dilkul

6. Nêrîna li ser rizqê li ba hîn însanan ne bi kamil e ango ne bi temam e. Hîn mirov hinek bi sivikayî lê dinêrin.

Rizq carinan dê û bav e. Carinan jîrî ye. Carinan kur e û carinan keç e. Carinan xwendin û zanîn e. Carinan nivîsandin e. Carinan kalpîr e. Carinan pirtûkek e, weku qur'ana pîroz. Carinan dijwarî û tengasî ye. Û...

Xwarin û vexwarin û cil û berg û nizanim jiyaneke entelektuel û fireh û hêsan ji nav baxê rizqê de tenê sê çar çeşîd mêwe ne. Berhemên vê baxê gelek in.

koçer bîrkar xwedî jiyanek asan û malek tijî xwarin û pasta ne bû. Di nav malbeteke entelektuel de digel dengê pîano li nav gardrobê xwe cilên xwe yên biha û xweşik ne dieciband. Lê belê bi serkeftinên xwe me çil milyon kurd şa kir.

Berovajî hîn kurd hene di destê wan de ewqas derfet hene jî nikarin kevirek li ser kevirekî deynin. Û dema mêrantiyê jî kuç li ser kuç nahêlin.

Berî analîza derheqê kurdên din divê wek kurdek di vê mijarê de him bi erênî him bi neyînî para me çi ye evê helbisengînin ango analîz bikin.

Heger tu dikarê ku bibêjî zarokên we serobero ne. Zarok çênekin. Nizanim çima çêdikin filan û bêvan. Divê tu bersiva wê yekê jî bidê ku heta niha tu an zarokên te çi kirine ku hêja û bihagiran in û gelek sûd dane mirovan!? Çunke evê ji te tê pirs kirin.

Wilo axaftinên amiyane û gotinên ji rêzê hêsan e. Ma ne belaş e!

Wellehîm hem belaş e hem şaş e.



2019.02.24-21:43 | bilbilê dilkul

2. Di jor de gelemperîkirinên nelicih hatiye kirin. Pêre ramaneke çewt rûdaye. Û wek kurd çima zarok çedikin bila neyînin dinê hatiye encimandin.

Hîn mirov hene tenê gilî û gazind dikin û hew. Divê em wanan wek pirsgirêkan pênase bikin û rêz bikin. Û ji bo dirustkirina wan pirsgirêkan çi bê kirin pêwîste li ser wan biaxivin a rast e. Şerm kirin ne mafê me ye. Em ji doh heta îro ji bo wan zarokan ji bo wan dê û bavan çi kirine ku vêga dora şerm kirinê û biryar danînê ye.

Digel vê ez jî tevî ev giliyên ku li jor hatiye kirin wek pirsgirêkan dibim. Ne wek gazind. Qumaşê me ev e. Em bi vê qumaşê ji xwe re cil çêkin. Ewê çê bê bi destûra xwedê.

Mijara Kurdan dirêj e
Deryayeke bibagêje
Şoreşa me her ji mêje
Li dû hevraz derbejêr e



2019.02.23-17:34 | bilbilê dilkul