Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bilbilê dilkul

profîla "bilbilê dilkul"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xebera te ye] de;

5. Heger em binirxînin, gerçî ne karê me ye û ne jî rêza me ye lê...

"Xebera te ye" gotineke erebmancî ye.

"Gotina te ye" gotineke ji sedî sed kurdî ye lê belê deverî ye. Hinek jî gundikî ye. Li qehwexanê dikarê bi hevalên xwe re bêjî lê di axaftineke giran û girîng de ber bi gundikiyê ve diçe. Giraniya gotinê pûç dike.

"Tevî te dibim"
an jî
"Li gel te me"
Bi kar anîna wilo jî ji sedî sed kurdî ne. Ne gotinên devokî ne. Gotinên kubar û giran in. Wek mînak yekî li televîzyonê di qenalêkî de beşdarî bernameyekî bibe dema axaftina xwe de nikarê bêje "gotina te ye". Nenazik e. Kubar nîn e. Divê bêje "Tevî te dibim an jî. "Li gel te me". Yên ku li cih de ne bilêvkirinên wilo ne.

Helbet bi gelemperî kurdên bakur ji ber ku kurdî baş nizanin carinan fêm nakin. Ev jî tiştekî asayî ye. Ev ê bi demê re çêbibe bi destûra xwedê. Tirşik jî ji ber vê heye ez bawer im.



07.03.2018 01:54 | bilbilê dilkul