Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bilbilê dilkul

profîla "bilbilê dilkul"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [muş] de;

9. Apê (bavê) min ji ber sedemekî ji wir 25 sal berê nêzikê sê sal li muşê maye. Digot sala pêşî ku ez çûbûm havîn bû. Digot li ser riya trênê de ku li ser erdekî rast de bû li ser guzergeha vî de ne kaşek ne berjêrek ne golek ne cobarek hebû ji erdê gelekî bilindîne pir hatibûn avakirin. Digot min her didît di nav xwe de digot yaw ev çi rewş e çi tewşokî ye pirên ji erdê evqas bilind û li ser vê erdê ripîrast de çêkirin e! Û got min ji dorhêla xwe mijara wê yekê vekir pirs jî kir min got bo çi ye? Berdewam kir û got ji min re keniyan û gotin birayê hêja bêhna xwe fireh bihêle bila zivistan bê tu bibînî!

Digot çawa zivistan hat evqas berf hate ser hev ku carinan ew pirên ku ji erdê evqas bilind bûn di bin berfê de xuya nedikirin.



11.02.2019 04:20 ~04:25 | bilbilê dilkul