Tirşik - Profîl
tirşik-profîla kurdokercewsî

profîla "kurdokercewsî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ay lo mîro] de;

1. karapetê xaço dibêje ;

Ay lo mîro Mûşê bişewite lo li berî bayê
De bila kula Xwedê bikeve
Berê mala zabit û çawîşa û qumandaran
Dîsa mala mîralayê
Wele çawa berê babê Zibeyr
Dane Hepisxana hey la mîrê min Bûrsayê
Were ha were, meçe Romê
Lo Rom xayîn e
Ezê çi bikim bextê Romê tunîne
Çi bikim begê malê wê bixapîne
Mîro ay lo mîro dibê havîn e
Li me hatî wextê lo van geniman
Berê mala zabit û çawîşa û qumandaran
Dîsa mala mîlaziman
Wele berê Bavê Zibeyr
Dane Hepisxana Erzeromê
Hey la mîrê'm lo nizam çima
Dibê ji êvara Xwedê ve
Kêf û şahî ketiye nav komên neyara
Wele şîn û girîn ketiye
Nav odekê mezelî xaniman
Hey la mîro roja me derketî ji Vartoyê
Lo bi derhema
Lê şewq û şemalê daye qesr û qisûrê
Bavê Heydo Siwarê Şeref
Dane misînan û gumguman
Wele dibe ji êvara Xwedê ve
Kef û şahî ketiye nav komên neyara
Belê şîn û girîn ketiye
Nav odekê mezelî xanima
Were ha were meçe Romê lo Rom xayîn e
Ezê çi bikim bextê Romê tunîne
Çi bikim begê malê wê bixapîne mîro



28.12.2017 15:32 | kurdokercewsî