Tirşik - Profîl
tirşik-profîla kurdokercewsî

profîla "kurdokercewsî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [evdalê zeynê] de;

1. karapetê xaço dibêje ;

Evdalê Zeynê dibê Temo
Quling tê lo diqêrîne
Wele deşt û zozan tev datîne
Xwedanê xêra tune bi destê
Evdalê Zeynê
Bavê Temo, Siwarê Cindî bigire
Li welatê şaristana ser textoran bigerîne
Belkî dermanê Evdalê Zeynê, Bavê Temo
Ay Siwarê Cindî dîsa ji xwe re bibîne
Were tew dinyayê ax tew kaliyê
Ax Temo lawo mirin çêtir e, lo ji feqîriyê
Evdalê Zeynê dibê
Temo lawo quling tê, lo ji zozana
Wele berê xwe dane
Beriya xwarî di gemiyana
Dibê hêlînê xwe çêkirine
Li ser darê ax kizwana .
Ax tew dinyayê, ax tew kaliyê
Ax Temo lawo mirin çêtir e ji feqîriyê
Evdalê Zeynê dibê Temo lawo quling tê lo
Qulingî şeş e
Wele per û baskê wan bi nexş e
Xwedanê xêra tunîne
Bi çepilê Evdalê Zeynê
Bavê Temo Siwarê Cindî bigire
Erê bavê ser Textorê Hebeş e
Textorê Hebeş digo Temo lawo
Bavê te ne kori ye, ava reş e
Were tew dinyayê ax tew koriyê
Ax Temo lawo koranî ne tiştek e
Bila Xwedê li milê kurebavan
Tucar nika nike
Evdalê Zeynê digo Temo lawo
Wele bes e, dinyaya boş e, pûç e
Ji Evdalê Zeynê aşiqê kurdan re nayê rayê
Evdal digot Temo lawo
Çiqas xweş e lo ro li dinyayê
Evdal digot Temo lawo ez Evdalê Zeynê me
Şalûlê avê, bilbilê di şevê me
Ezê dengbêjê oda Mihemed Begê me
Bi Xwedê li dîwanên mîran û hakiman
Lawo ez mêrekî çê me
De sala par vî çaxî
Ez di nava civat û cakiyan de rûniştî bûm
De sala îsal bayê felekê li min dabû
Her du çavên min xera bûne
Lawo ketime ser gopala
Digerim li devrana dinê
9- Hey Babikê
Hey babikê hey babikê hey babikê
Bi Xwedê ez û te tenê lo
Heyla babikê heyla canika delalî
Ji mala babê min filitî
Hay li min hay sebrê
Ezê çi bikim gundî malî
Der û cînar û xelk û alem
Dev ji kar û emelê xwe berdane
Ji xwe re dixebitîn
Hekî şerma bab û birakên min nebûna
Minê porê serê xwe biqûsanda
Ezê bi canê mala xwe re bixebitiyama
De heyla çavên reş û belek
Were lê tim bela ne
Îro serê çendik û çend raja ne
Ezê çi bikim kul û mexsedê
Dinyalikê bi şev û bi roja ne
Bila paşî xelkê emrê minê bi qurbana te be
Li welatê xerîbê
Wele dîsa ne poşman im
Were hay berxê wele tu sebeb



02.01.2018 22:51 | kurdokercewsî