Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xelîl

profîla "xelîl"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [navê kûçikan] de;

19. (bnr: kulab)

Navê seyê me bû. Seyek gewr ê qerase bû û dişiba guran. Şivanek antîke bû, dema mihek an bizinek ji birra pêz diqeta, kulab bez dida diçû beriya wê mihê û dida ber birrê dîsa.

Axirê kamyonek li ser asfaltê lê da û kuşt. Seyek delal bû û xwe dida hezkirin. Dema ji dibistanê vedigeriyam û dihatim malê, xwe li kunçika malê xef dikir û dima hêviya min, dema ez diguhiştim li ber derî, xwe ji nişkê ve diavet li ser min û ez dialêstim.*

Heyf bû wele.



02.06.2020 14:58 | xelîl