Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xelîl

profîla "xelîl"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [wall-e] de;

6. Fîlma min a favorî ye, dikarim her roj temaşe bikim.

Her çiqas fîlm wek honaka zanistî ya dîstopîk bixuyê jî bi min fîlmeke evînê ya ûtopîk, jidil, xwenezirkirî û qehremaniyê ye ku em ji mem û zîn ve heta niha şahît nebûne. Ew çi paqijî û safî ye ku wall-e, ji qirêjî û xirabiya mirovahiyê derdixe û li pêşberî eve'a delal radixe. Ew çi wêrekî ye di nav safîbûn û bêhaydarbûna wall-e'yê sade de xwe xef kiriye ku ew bêyî sekinîn û pelikandin xwe diavêje di nav xetereyeke mezin de da ku eve'a şêrîn ji destê otopîlotekî bêwijdan xelas bike û wekî di fîlma singin' in the rain de bi hev re dans bikin û bicoşin.

Axx wall-e'yê min ê xeyalperest û romantîk, Xweziya te û ya min...



14.05.2021 03:13 | xelîl