Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xelîl

profîla "xelîl"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kurd çima zarokan tînin dinê?] de;

11. Bêhna kesê teng nîn e ezbenî * bi rastî nîqaşek pir xweş bû. Spas ji bo wê axaftina berdar. Lê ez bawer im ev nîqaş ne li gor sîstema tirşikê ye. *

"hîç milletek ango netewek nîn e ku ji milletê xwe re behsa qeyd û bendên ango gotina rê û rêçikên bo çêkirina zarokan bike û bi vê jî di armancan de serkevtî be"

Di navbera sedsalan de ji çîn a komînîst bigire heta dewletên kapîtalîst, otokrat, monarşîk û demokrat her cûre dewlet û netewên cihanê li ser zêdebûn, kêmbûn û tevgera nifûsên xwe sekinîne û li gorê wî polîtikayên giştî û kesane kifş kirine û van polîtîkayan sepandine.

Wek mînak dewletên peşveçûyî û dewlemend ên wek japonya, denmark, îtalya û brîtanya jiber ku nîfûsa wan sal bi sal ber bi kêmbûnê ve diçe, polîtîkayên zêde-zarok-çêkirinê rêvedibin.

Herwiha endonezya, hindîstan û dewletên afrîkayê jî jiber ku nîfûsa wan pir zêde ye û nikarin êdî van mirovan têr bikin, polîtîkayên kêm-zarok-çêkirinê rêvedibin.

Gelek dewlet û saziyên navdewletî û zaningehên mezin di nav xwe de navenda lêkolîn a popûlasyonê dihewinin. Ev navend li ser pirsgirêkên demografîk disekinin, dikolînin û çareseriyan digerin.

Xweziya saziyên me bixwe jî hebûna û bi xebatên xwe gotinên min xelet derxistina. Lê hezar mixabin tune ye. Wê em li vir neaxivin tê miletên din bi tiştên derew û qirêş xeber bidin. Ez kurd im birayê min çawa tu dikarî bibêjî tu heqê te tune ye li ser vê mijarê şîrove bikî ? Ma ez tirk im ?

"rewşenbîrî ne ev e. rewşenbîr ev in ku rewşa peywendîdarê sosyolojî yên gelê xwe dizanin. rewşa ol yên gelê xwe dizanin. rewşa kultur yên civatê dizanin. nirxên gel dizanin. û wekî vana. ango ji gelê xwe haydar in. "

Dê were nekene gelo. * pêşî divê li vir bibêjim ku ez ne rewşenbîr im û tu idîayên min di warê rewşenbîriyê de tune ye. Ez camêrekî ku nêrînên xwe li tirşikê dinivîse, me.

Ya din jî, ji xwe ku gotinên min rind were xwendin tê were dîtin ku tê de şiroveyên sosyolojîk, olî, çandî û dîrokî jî hene. Dîsa jî dibêjim çi ye min behsa "rizqê xwedê" kir ev nîqaş hinde dirêj bû. Hestên misilmantiyê zû coş dibin.* lê gotinên min ji bo olê heqaret nîn e ezbenî. Ku wisa ye jî lêborîna xwe dixwazim, qisûrê nenêre. Rastiyek e ku em bi hênceta rizqê pir zarok çêdikin. Lê zarok bi rizqê xwe ve nayê di sedsala yekemîn de, ji rizqê heyî para xwe hildide.

Wek mînak ku perê min têra xwedîkirina sê zarokan bike lê ez heft zarok çê bikim, ew zarokên ku dû zaroka sêyemîn re hatine dinê tê ji parê sê zarokên ewil bixwin çimkî perê min sal bi sal bi awayek bi denge zêde nabe Berevajî an di cihe xwe de disekine anjî kêmtir dibe. Li vir gelê-xwe-biçûk-dîtin anjî ji-jor-ve-mêzekirin tune ye. Ev ji bo min û himsalên min ên ku di paşerojê de tê zarok bînin vî dinê re rexne û dersek e.



2019.02.27-22:53 | xelîl

9. ew heq ji kesekî nade ku bibêje kurd çima zarok çedikin. çima bi zarokên xwe nanê bi salçe didin xwarin. çima nikarin wan entelektuel bikin. çima bêcil dihêlin..... û naqade.

çima nekarim bibêjim çima zarok çêdikin û nanê bi salçe dixwun? ezê bibêjim, bipirsim û li ser sedemên wê yekê jî bifikirim, bikolînim û eşkere bikim. ez naçim derheqê tirkan anjî ereban de tiştek nabêjim lê ez wek kurdek divê civata xwe binêrim û analîzan bikim û di encamê de xwe û netewa xwe rexne bikim. (ev rexne erênî jî dibe)

"dema tu tenê zarokek binî vî dinê, wê tu yê hemû rizqê destê xwe de ji bo vî/ê zarokê xerc bikî û kesayetek ku têr perwerdehî dîtiye û ne kêmasiya cil û bergên xwe dîtiye û ne jî jiyana civakî de kêmasiyek maddî kişandiye mezin dikî. ev dewlemendî ye.
lê tu heşt zarok çê bikî wê tu yê rizqê destê xwe de parê heşt zarokan bikî. wî demê zarokên te tê him kêmasiya cil û berg û xwarin vexwarin û him jî kêmasiya perwerdehî û jiyanek entellektuel bikişîne."

li vir jî min sedemek eşkere kiriye û gotiye ev jî faktorek e. geremeperî kurdan de jî dikarim îspat bikim. ev rewş rewşek şexsî, kesane nîn e. û faktorên din jî dikarim bibêjim;

- erê kurd di bin zilma dewlet û netewên zorbedar in û ev dewletên stû-şikeştî naxwazin kurd dewlemend bibin û rabin ser pî xwe. û ev rewş jî kurdan feqîrtir û bêçaretir dike.

- erê pêncî sal ewil jiber ku tunebûna derfetên tibbî û teknolojîk zarokên kurdan û yên gerdûnê di temenek biçûk de ji nexweşiyan dimirîn. û ji bo çandin û xwedîkirina ajalan wek karker zarok dihatin çêkirin. lê îro rewş guheriye. îmkanên tibbî êdî nahêle zarok bimirin û hema bêje sedê nutûneh mirinan kêm kiriye û di heman demê de pêşveçûnên di warê teknolojîk di çandinê de faktora "mirovan" kêm kir (hema bêje xilas kir). Lê zihniyeta pir-zarok-çêkirin xilas nebû.

"gengaz nîn e ku kurd ji bo zarokên xwe nebaşiyê naxwazin. bilî sê çar heb kêmaqil. ji ber vê jî kes nikare li ser kurdan giştîkirinên beredayî, bêxîret û tim neyînî bike."

gelo kî gotiye kurd zarên xwe hez nakin. tev ji van te çawa evî encamê derxist ?

"lê heger yekî behsa malbata xwe û dê û bavê xwe bike ez nikarim derheqê wan de biaxivim. ew mijareke binemalî ye. di nav xwe de hêl bikin qurbana çavên we."

ev rewş rewşek şexsî nîn e. ma tu li ku derê dijî ku zarokên 14-15 salî yên ku li kurdistanê tên zewicandin nabînî. ango yên ku êdi nikarin xwe xwedî bikin û zarokên xwe dişînin bajarên mezin ên tirkiyê ji bo li înşaatan anjî tekstîlan bixebitin.

"dîsa jî dibêjim entelektuelbûn jî zengînbûn jî zanebûn jî rehetbûn jî û her tiştî jî ji bo kurdan dixwazim û armanca me ev e jixwe.

û ez dikarim bibêjim ku peyvên "entelektuel" û "rizqê xwedê" hestên te yên misilmantiyê rakir lê tu gotinê min ên ji bo ol û baweriyê tune ye. ez dibêjim xwedê rizqek daye lê divê em li gorê wî rizqê zarok çêbikin ku ev zarok jî jiyanek naverast bijîn û di encamê de hejmara koçer bîrkaran zêde bibe û di encama wî de jî 30 mîlyon kurd zêdetir şa bibin.

dawiya dawî, qurbana çavê ve. çi ye ku du sê qeşmer bi navê entelektuelbûnê ehmeqî kirine ev nayê wateyê ku entelektuelîte xirab e. reşkirina entelektuelbûnê tê wateya reşkirina zanabûn û hişyarî û îdealîzekirina nezanî û cahiltiyê ye. entelektuel ne tenê yên ku sekuler û çepgir in herwiha alimên îslamiyetê û netewperest û welaparêzên xwezan jî entelektuel in. ev civat raman û fikran dihilberînin û di nav gel de têxin sîrkulasyonê. her çiqas welatek bi çekên xwe ango aboriya xwe jîr bibe jî yê giring reaksîyona wê welatê ji bo zanyar û entelektuelên xwe re ye.



2019.02.26-15:21 ~15:23]| xelîl

7. yanî emê bêjin dijwarî û tengasî rizqeke mezin e û qurana pîroz jî wisa dibêje û emê deh danzdeh zarok çêbikin û xwe li ser mînaka koçer bîrkar tatmîn bikin. li vir fikîrînek çewt heye ku gelemperî wê çil mîlyona ku ji bo koçer bîrkar şa dibin jiber ku "tengasî û dijwarî" ya qurana pîroz dewsa ku herin dibistanan zarokatiya xwe de ketin di bin zilma înşaat, tekstîl û nizam quzilqurtan de. çi ramanek seratayî ye ku bêje tengasî rizqeke. û çi ramaneke beredayî û bê xîret e ku li wateya "entellektuel" nenêriye ku hê jî behsa "pîyano û cilê biha" dike.

ew zarokên serobero yên ku min jor de qala wan kiriye, ez bi xwe jî yek ji wan im. biborîne kekê min lê ku ez ango birayê min çi ye ku tengasî rizqe xwedê ye em nekarin herin dibistanê anjî jiber ku êdî derfeta dêûbavê min nemîne û xwişka min a di temenek biçûk de were "firotin" ez nikarim erênî bifikirim. tu derheqê min de çi dizanî ku ji dûr de diavejî gelo ?



2019.02.25-08:25 | xelîl

5. Kurd dibêje wê xwedê rizqê zarokên min jî bi wan re bîne. Lê nizane ku xwedê rizkê du zarokan parê heşt zarokan dike. Aborîzan Sachs dibêje ku zarok wek vêberhênan (investment) in. Dema tu tenê zarokek binî vî dinê, wê tu yê hemû rizqê destê xwe de ji bo vî/ê zarokê xerc bikî û kesayetek ku têr perwerdehî dîtiye û ne kêmasiya cil û bergên xwe dîtiye û ne jî jiyana civakî de kêmasiyek maddî kişandiye mezin dikî. Ev dewlemendî ye.

Lê tu heşt zarok çê bikî wê tu yê rizqê destê xwe de parê heşt zarokan bikî. Wî demê zarokên te tê him kêmasiya cil û berg û xwarin vexwarin û him jî kêmasiya perwerdehî û jiyanek entellektuel bikişîne.

Dema em bi van faktoran rewşa kurdan analîz bikin, wek qiseya tirkan gotî kurd pê xwe gorê lihêfa xwe dirêj nake. Yani dema ku zorak çê dike melhezeyê perê ceba xwe nake. Û di encamê de jî zarokên serobero ên ku jor de hatine behskirin derdikevin holê.



2019.02.24-15:49 | xelîl