Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xelîl

profîla "xelîl"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hamburg] de;

1. Navê bajar û wîlayeta elmanyayê ye. Piştî berlinê Duyemîn bajarê herî mezin e û xwedî nifûseke 5 milyonan e. Metropolekê kozmopolît e û hema bêje mirovên ji her milet û netewên dinyayê heye li wir. Ji nav bajêr du çem diherikin û diçin dirêjin behrên bakur û Baltîk. Bajarekê bendergehî ye ku aboriya wî jî li ser ticareta ji vê bendergehê ye.

Û herwiha bajarekî turîstîk e jî. mekanên ji bo şahî û kêfê gelek in. Bi taybetî mekanên li st. pauliyê balên turîstan dikişînin. Sektora fuhuşê zêde zêde pêş ketiye li vir mixabin.

Dema ez çûm li wir, zivistan bû û zehf sar bû. Hevalê min ê ji Hamburgê digot bihar û havîna wî pirr xweş e. Di pêşerojê de derfet çêbe ez ê dîsa biçim.



15.05.2020 01:17 | xelîl