Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xelîl

profîla "xelîl"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ji akademiyê re raporek] de;

2. Mijara ku divê navê wê wek ji akademiyê re raporek were guhertin.

Lîstika ku min vê havînê li şa performansê temaşe kiribû. Bi rastî jî tuncay özel gelek baş dilîze vê skeçê. Kafka dîsa sembola heywanê ji bo rexnekirina pergala nû ya modern û şêweya jiyanê ya civakê baş bikar tîne. (bnr: veguherîn)

Lîstik qala meymûnekî ku rapora xwe ya di derbarê jiyana xwe ya ewil de ye û çawa jiyana daristanê berdaye û ketiye di nav civatê de û bi texlîtkirinê çawa bûye insan li ber juriyekê dixwîne dike. Bi min rexneyek mezin ji bo fikra azadiyê ya mirovên nûjen heye li vir ji ber ku azadiya me ya ku di nav çarçoveya jiyana medyaya civakî û çanda populer de asê bûye ji texlîtkirinê wêdetir tiştek nîn e. Her roj sibe heta êvarê em dikevin hesabên xwe yên medyaya civakî û xwezî bi mirovên din tînin û kirinên wan ên ku ew bixwe ji bona xwe dikin dixesûdin û ji ber ku em nikarin tiştan bikin, dikevin di nav valahiyekê de. An jî ji bo nîşandana jiyanek têr û têji wan kirinan dikin rêbera xwe û jiyana xwe jî li gorî van tiştan dirûvînin.

Serkeftin ji wan re. Hêvî me tûncay xebatên xwe yên vî rengî bidomîne û me ji berhemên bitahm û bikalîte yên wêjeya cîhanê bêpar nehêle. Derfeta min a naskirina wî çêbibû, Bi kesayeta xwe jî Mirovek qenc û jêhatî ye.



16.05.2020 15:33 ~15:43 | xelîl