Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xelîl

profîla "xelîl"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [immanuel wallerstein] de;

1. Civaknasê amerîkî ye. Di sala 1930an de hatiye dinê û 2019an de çûye ser dilovaniya xwe. Li ser civaknasiya dîrokî û analîza sîstemên dinyayê gelek berhem afirandine û bi analîz û pêşbiniyên xwe li cîhanê deng vedaye. Bi ramanvanên wek Chomsky û bourdiue, ew jî ji ber nêrînên xwe yên li hemberî kapîtalîzma gerdûnî û piştgiriyên xwe yên ji bo dij-kapîtalîstan, di nav zanistyarên muhalîf de cih girtiye.

Bi pirranî bi teoriya xwe ya sîstemên dinyayê hatiye nasîn. Li gorî wî, aboriyên xweser tune ne. û dinyayekê ku bi toreke kompleks a ji guherînên aborî pêk tê, diparêze. Li gorî wî Ekonomiya cihanê di nav xwe de daneheva bêdawî ya sermiyanan (endless "accumulation of capital) hildiberîne û dîkotomiya sermiyan û kedê (dichotomy of capital and labor) dihewîne.

Wallerstein van analîzan di sala 1974an de di pirtûka xwe ya the modern world-system (dinya-sîstema modern) de dinivîse û gelek deng vedide.

Û herwiha raber dike ku di sedsala 21an de wê bi hilweşîna sovyetan û pêşketinên aborî yên asyayê re dawî bi sîstema kapîtalîzmê were û sîstemeka nû ya aborî û rêvebirinê (dêvla demokrasiyê) derkeve holê (The End of the World As We Know It).



16.10.2020 23:04 ~2020.10.17 12:21 | xelîl