Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xelîl

profîla "xelîl"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [botan international] de;

2. Saziya ku ji bo standardkirina zimanê kurdî di warê çapemeniyê de hatiye avakirin. Dixwazin zimanê ragihandinê yê rojnameyên kurdî yên dîjîtal ji hişmendiya xwerû wergerên (chicken translation) ji tirkî xelas bikin û rojnamevanên kurd ên ciwan li ser nûçegihaniya kurdî û di standardên navneteweyî de perwerde bikin.

Bi min, tevger û hewldaneke di cih de ye. Dema nûçeyên hinek malperan dixwînim dilê min tevlihev dibe. Sekna wan malperan ferq nake, ji anfyê, bianetê heta rûdawê, tev nûçeyên xwe ji malperên tirkî bi şêweya nûçegihaniya rojnamevanên tirk werdigerînin bo kurdî. Yanî rojnamevan an jî nûçegihaniya kurdan xwedî standardekê netewî nîn e.

Lewma murat bayram û hinek rojnamevanên hêja yên wek hatice kamer, ali duran topuz, ömer faruk baran, ferid demirel û mahmud bozarslan, yên ku di rojnameyên mezin ên wek bbc, reuter, voa û hwd de dixebitin, dixwazin bi atolyeyan û bi xebatên akademîk standartek ava bikin û rojnamevanên Kurd perwerde bikin



02.12.2020 13:54 | xelîl