Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xelîl

profîla "xelîl"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kurd û twerk] de;

5. bûyera ku yek ji encama dîtina kurdan a di nav qaliba sunnî misilmantiyê de ye. ji ber ku pirraniya kurdan û cînarên kurdan, tevahiya kurdan wek misilmanên sunnî dibînin, dema tevger û reftarên ji derveyî baweriya sunnitiyê û kevneşopiyên berî diqewime, bertekên wiha hijk û zirz nîşan didin.

heçku kurd berbilavê dinyayê nebûne û di bandora çandên civakên din de nemane, dibên qey kurdên ateîst, kurdên xirîstiyan, kurdên pornovan, kurdên gay, kurdên kemalîst, kurdên baasî û kurdên twerkan dikin* tune ne û hemû bi edet û kevneşopiyên sed sal ewil tên mezinkirin û li gundê kalpîrên xwe dijîn û sibe heya êvarê govendan digirin.. lê heqîqet wisa nîn e. ev mirov hertim hebûn û li derdorê kurdan bûn lê bi saya serê medyaya civakî, ev cûrbicûriya civakê zêdetir berbiçav bûn.



20.12.2020 17:18 | xelîl