Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xelîl

profîla "xelîl"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mêvanî] de;

1. Tişta ku min îşev kir. Lê gelo nizanim divê ez kengî rabim? Ji zaroktiya xwe ve heya niha, ji ber ku ez fedî dikim (nizam çima!?) ez hertim di mêvanîyê de heta derengê şevê dimînin. Belku mazûvanên min jî aciz dibin lê dîsa jî nikarim hewl bidim û xatir bixwazim. Dibêm ev jî fobiya min e * teoriya min ew e ku dema mêvan tên mala me, dêûbavê min bi israr dixwazin mêvan zêdetir bimînin û civatê bidomînin, lewma ez jî naxwazim mazûvanên din ji civata xwe bêpar bihêlim. *

Pênase: rewşa mêvanbûnê (bnr: mêvan)

*Edît



23.04.2021 23:36 ~23:38 | xelîl