Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xelîl

profîla "xelîl"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [aftersun] de;

2. xeyala zarokekî kurd e bi bavê xwe re têkiliyeke zelal û bêasteng dane. her ceribandina nêzikbûnê ya bo bav herwiha dibe sedema dûrbûnê û dibe sedema şikestinên mayînde yên karaktera gihayî ya kesayetbûna me pêk tînin.

wek Sophie, zarokên kurd jî mereq nakin gelo çima bavê me wiha ye, çima em nikarin weke di televîzyonan de tê nîşandan bi bavê xwe re şad û dilûpak bin. em nizanin ku bavê me jî di kîjan pêvajo û pirsgirêkên şexsî bihûrîne an jî dibihurin.

xweziya gelek zarokên kurd bû ku bavê xwe re qet nebe kêliyekî jî be wek bav-zarok têkil bibin.

nizanim belku kesên din tiştên min li jor nivîsîne hîs nekiribin ji fîlmê. lê ji destpêkê heta dawiyê ketim pirsiyariya têkiliyên zarokên kurd bi bavên xwe re.



10.01.2023 19:10 | xelîl