Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xelîl

profîla "xelîl"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kurdên ku zarokên xwe hînî kurdî nakin] de;

24. Mînakek erênî ku ez bikarim bidim tune ye. Heyf!

Kurmamê min 13 sal ewil got ez ê keça xwe xwerû bi kurdî mezin bikim heta dest bi dibistanê bike, û bi rastî jî keça wî peyvek tirkî nedizaniya heta dibistanê lê kengê çû mektebê, ew zarok roj bi roj xwe wergerand tirkîyê. Ew zaroka zimanşêrîn, kurdîaxiver çû û yeka çitkirildim a dixwaze bi tirkiya stenbolê biaxife û her roj mûzîkên pop ên tirkî guhdar dike û wan mûzîkan dibêje hat.

Ew keda ku kurmamê min û hevjîna wî dan bû av û av çû. Niha peyvek kurdî naaxive mixabin.



12.12.2020 01:15 | xelîl

21. Kesên ku zarokên xwe bêeqil dihesibînin, in. Di warê pedagojîyê de hatîye îspat kirin ku zarokên du anjî sê zimanan tên mezinkirin ji yên din baştir û çêtir hînê tiştên din dibin. Lê mixabin kurdên me (ne tenê kurdên bajarî lê kurdên gundî jî) dibên qey zarên wan tirkî (ya stenbolê) tenê bizanin wê ew bibin profesor.
(bnr: erê bavê min wê zarên we bibin astronot !!!)



18.09.2018 23:07 | xelîl