Tirşik - Profîl
tirşik-profîla afa

profîla "afa"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [paşîv] de;

24. xwedê bela xwe bide wan kesan ku nîvê şevê li defê dixin, nahêlin em razên, oleki ewqas paşketî heye gelo ku bi darê zorê herkesê ji xew radike û dilê meriv ji xwe li hev dixe.



25.04.2021 02:08 | afa

18. Tiştê herî baş û xweş, li gundên kurda, ev çend sale gelek mele di paşîvê de dengbêjan vedikin ka ku milet Şiyar bibe. Bi rastî nava min û rojîyê tuneye, lê ez gelek ji vî awayî hez dikim. Carna ez naxwazim ku biqede.

Lê ji hêla din de, kesên ne oldar û têkiliya wan û rojiyê tunebe, dibe ku tiştekî tal were ev tişta ji bo wan. Bi dengekî bilind û heta herkes Şiyar dibe lêdide van kilaman.

Bi rastî şixo kesên oldar bisilman, dixwazin hema herkes rêz nîşanî wan bidin û dengê xwe ji tu tiştekî wan re nekin. Û ew jî rêz û hirmet nakin ji tu tiştekî kesê ra. Ev awa hingê din meriv ji ol û oldaran sar dike. Bi vî awayên xwe oldar wek parseka, tim û daîm xwestok û rebenin.

Rêza oldaran, ne tenê bisilman, lê Xirîstiyan, cihû û yên din tev, ji kesên din ra nîne. Li gorî wan, bîr û baweriyên din tev xeletin û rêzê heq nakin. Û ji bo kesên bêbawer şixo cî tune ku herin. Lê divê ne wisa be. Kî çi ol, bîr û baweriyê bixwaze gere dikaribe bê tirs wê bajo û dûçar nemîne li ol yan jî baweriyek din. Dûçarmayîn faşîzme.



24.04.2020 02:21 | afa