Tirşik - Profîl
tirşik-profîla afa

profîla "afa"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bîranînên tirşikvanan yên ku ji bîra wan naçin] de;

4. Heya neh deh sal berê jî gundiyên me nizanibûn destavxanê (tiwalet, cihê avrêjê), li gundê me tiştek wisa tunebû, mêran radikirin misîna û diçûn newalan, binê piran yan pişt xaniyan û li wêderê dirîn.

Pîrek jî piraniya wan li axura dikirin û bi bêra dibirin davêtin newalan.

Jiyaneke pîs, qirêj, lewitandî...

Jineke pîr hebû, wê jî êdî dev ji eyb û fediyê berdabû, wek mêran radikir misîn û diçû newalê.

Em zarok jî wekî hemû zarokan, hinek nerihet bûn, me xwe li wê pîrê vedişart, çawa doxînê datanî û rûdinişt, me radikir keviran û davêtê.

Ew pîrik mir û em jî êdî ne zarokin...



03.09.2020 23:21 | afa