Tirşik - Profîl
tirşik-profîla afa

profîla "afa"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [gotinên pêşiyan] de;

440. alem hemî neyarê me ye, em jî neyarê xwe nin



26.08.2020 00:30 | afa

436. Mala min tewla te ye - yanê tu kengê bixwazî dikarî werî mala min û çiqas bixwazî dikarî bimînî, ne hewceye tu bipirsî



19.07.2020 02:11 | afa

431. Çavê li der, xwelî li ser



20.05.2020 11:10 | afa

425. (bnr: sal bi sal xwezî bi par)



11.05.2020 06:46 | afa

424. Dinya deme, ge zebeşe, ge leme



10.05.2020 22:11 | afa

417. (bnr: zarok fêkiyên mala ne)



07.05.2020 01:47 ~01:57 | afa

409. Destê ret li ser dilê rihet.

Ret yan jî raet, westandî, westayî, yorgun.

Ku meriv biweste, westandî be, wî destê meriv ret be lê wê dilê meriv rihet be, ji ber ku meriv karê xwe kiriye.



28.04.2020 22:22 | afa

407. ku dehşikên meriv hebin barê meriv li erdê namîne (li ser zaroka hatiye gotin, kesê zarokên wan hebin karê wan diqede, çêdibe, tenêbûn ne baş e)



29.03.2020 22:32 | afa