Tirşik - Profîl
tirşik-profîla hesinkar

profîla "hesinkar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [yehya omerî] de;

12. Di hevpeyvînekê de ji Yehya Omerî pirsîne, "helbest çi ye ?" û wî jî bersiveke wusa nuwaze daye:
"Helbest
Diyarkirina tişta ku em bi amatorî pê dibilin, nav hildana wê bi min xweş tê. Lew helbest ew welatê ku çi baş çi jî xerab dema ez bi navê wê an jî li ser navê wê hin rewş, hest û nihêrînên xwe nîşan didim û pê aram dibim ku ew min ji wê kêliya aloz dûr dixe û datîne stargehek ku bi tenê ez û serhevdeya xwe ya jiyanê lê ne, heq dike ku carna bibêjim helbest. Bi min helbest xemilandina tişta ye bi peyvan. Bi vî awayî tu rengekî û kûrahiyekê didî wan ku ew carna êş in carna rastiyên li ber çavan e ku bi xemla helbestê zêdetir berbiçav dibin, dibin cihê zewq sitendin û lêfikirînê."
Here lînkê



03.11.2019 12:32 ~12:47 | hesinkar