Tirşik - Profîl
tirşik-profîla lehî baranyan

profîla "lehî baranyan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rojî kurd] de;

2. Kovara Rojî Kurd 19ê Xezîranê 1913an de li Stenbolê hatîye çapkirin, ev kovar yekem kovara Kurdî ye. Lewma ji bo dîroka çapemenî ya Kurdî zahf girîng e. 2013an de kovara Rojî Kurd ji nû ve hate çapkirin û ji bo sedsalîya kovarê konferanseke berfireh li (bnr: zanîngeha bilgiyê) ya Stenbolê hate lidarxistin. Kovarê bi du zimanan Kurdî û Tirkî weşana xwe kirîye, weşana Kurdî jî bi du zaravayan Kurmancî û Soranî hatîye kirin.

(bnr: xelîl xeyalî), (bnr: xelîl xeyalîyê motkî) an jî (bnr: mutkili halil hayali modan) (z. 1864 - m. 14.06.1946) di kovarê de ev gotin nivîsîye: "beytên ku bi zimanê kurdî hatine gotin, kitêbên ku hatine çêkirin heya niha çap nebûne, ji bo vî qasî kesek şêx û mela û şa'irê kurdan nas nake, eger eserê wan bihata çapkirin dê bihatana naskirin."



06.02.2020 09:09 | lehî baranyan