Tirşik - Profîl
tirşik-profîla lehî baranyan

profîla "lehî baranyan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ehmedê xanî] de;

42. havarî û şopînerê fikr û ramanên ehmedê xanî (bnr: hacî qadirê koyî) ye. her du, du neteweperwerên kurd ên sedsala 19 û 20an e. her du divê bo me hemû kurdan bibin du referans, du pêxember wekî celadetî gotî.



07.02.2020 10:55 | lehî baranyan

41. (bnr: kamiran alî bedirxan) wusa behsa ehmedê xanî dike: "Jixwe ehmedê xanî berî sêsed salî vê rêye ji me re vekirî bû. lê heyf paşîyên wî pê ve ne çûn." (bnr: hawar) 1932

gelo kamiran ev rewşa niha ya paşî û nevîyên ehmedê xanî bidîtiya dê çi bigota, gotinek wî dê hebûya ji bo vê rewşa trajîk a paşîyên xanî.

birayê kamiran, (bnr: celadet alî bedirxan) jî ji bo Xanî baba wiha dibêje: "belê xanî jî xudan kitêb e. lê xanî pêxember e jî. pêxemberê diyaneta me ya milî, pêxemberê ola me ya nijadîn." (bnr: hawar) 1934.

li gorî (bnr: amir hassanpour) jî fikra netewî ya kurd cara pêşîn ehmedê xanî di (bnr: mem û zîn)a xwe de formule kirîye.



07.02.2020 10:51 | lehî baranyan